Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm El-Xetîb, pêşwazî li biryara Encûmena Mafên Mirovan ya li ser dirêjkirina erkê Komîsyona Navdewletî ya Serbixwe ya Lêkolînên Sûriyê bo salekê, û şermezarkirina hemû binpêkirinên berdewam ji mafên mirovan re li welêt, kir.
Ew biryara bi sembola “L.21” ya ji aliyê Îngilîstanê ve li ser navê Almanya, Îtalya, Fransa, Hollanda, Qeter, Tirkiye û Amerîkayê hatibû pêşkêşkirin, û 27 welatan piştgirî danê, 5 welat jî li dijê derketin, di dema ku 15 welatan jî dengdan li ser nekirin.
El-Xetîb di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên Esed ên berdewam, êdî nayê pejirandin, û nekarîna tam ya Netewên Yekgirtî di cîbicîkirina erkên xwe de derbarê parastina sivîlan û parastina aştî û ewlehiya navdewletî nîşan dide.
El-Xetîb bal kişand ser wê yekê ku tawanên Esed bêhejmar in, û gelek ji wan ji aliyê rêxistin û komîteyên mafên mirovan yên xwecihî û navdewletî ve hatine belgekirin, bi taybetî girtin û kuştina di bin îşkenceyê de, û daxwaza aktîvkirina karê mîkanîzma bêalî ya navdewletî kir, ji bo dadgehkirina rejîmê û sembolên wê li ser tawanên hovane yên ku li dijî sivîlan pêk tên.
Biryara Encumena Mafên Mirov tekezî li ser pêwîstiya “Dadgehkirina hemû berpirsên binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê” kir.
Serokê Komîsyona Lêpirsînan a Navdewletî ya Serbixwe ji bo Sûriyê, Paulo Pinheiro, ragihand ku welat ” Bûye cihekî metirsîdartir ji bo jiyanê”, û tekez kir ku welat ji bo vegera penaberên Sûriyê ne ewle ye.
Pineiro behsa binpêkirinên ku ji aliyê rêjîma Esed û Rûsya ve hatine kirin kir, di nav de êrîşên li ser deverên bakurê rojavayê Sûriyê, armanckirina dibistan, bazar û kampên awareyan, bikaranîna bombeyên goşeyî yên qedexekirî li ser asta navdewletî, bombebarankirina nexweşxaneyan, û raportên derbarê mirina di dema binçavkirina di navendên rejîmê de.
Serokê Komîteya Lêpirsînan ya Navdewletî diyar kir ku rêjîmê rê li ber hewldanên malbatan girtin dema dixwestin cihê xizmên xwe yên girtî nas bikin, û keys ji wan anîn, di heman dema ku dezgehên ewlekariyê yên rêjîmê kesên ku rexne li biryarên hilanîna piştgiriya hikûmetê kiribûn girtin, li herêmên piştgirên rejîmê jî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî