Desteya Jinên Sûryê, duh pêncşemê, li bajarê Rihayê yê Tirkiyê, bi amadebûna Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Dîma Mûsa, û Hevrêzkara Desteya jinên Sûriyê û endama desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Basma Mihemed, bi organîzekirina Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, civînek lidar xist.
Di civînê de endama desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Nazîha Silo û endama Hevbendiya Niştimanî Perwîn Ramê, her weha endamin Komîteya Jinên Sûriyê li Rihayê, û hejmarek ji jinên Sûriyê yên çalak di gelek waran de bi taybetî warê medya, hiqûqnasî û civaka sivîl , beşdar bûn.
Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa, şiroveyek derbarê dawîn pêşhatên piroseya siyasî pêşkêş kir, û hevrêzkara Desteya Jinan a Sûriyê, Besma Mihemed, ronî da ser karê Hevbendiya Niştimanî û pêşketinên di karê Hevbendiya Niştimanî de li Bakurê Sûriyê bi armanca başkirina rewşa jiyanê li herêmê di hemû waran de.
Beşdaran karê Hevbendiya Niştimanî û pirosesa siyasî gengeşe kirin, û pêşniyarên xwe derbarê baştirkirina tevlîbûna zêdetir a jinên Sûriyê di karê siyasî de pêşkêş kirin.
Amadebûyan kar û çalakiyên ku divê Desteya Jinên Sûriyê di qonaxa bê de li ser bisekine, bi awayekî ku beşdariya berfirehtir a jinan di karûbarên giştî de hebe û bersiva daxwazên jinan bi taybetî û gelê Sûriyê bi giştî di hemû waran de bide, gotûbêj kirin. Her wiha beşdaran daxwaz kirin ku Hevbendî peywendiyên xwe yên cidî û erênî yên vê dawiyê bi civaka Sûriyê re li Rihayê kirine bi rêya hemû tor, komîte û saziyên xwe, di nav de Rêveberiya Jinên Sûriyê, berdewam bike.
Di dawiya civînê de, li ser hejmarek ji temîniyan ji bo şopandinê, bi armanca xurtkirina kar û xebatên Desteya Jinên Sûriyê bi awayê ku peywendiyan di navbera Hevbendiya Niştimanî û jin û mêrên Sûriyê de xwirt bike li hev kirin, bi taybetî di warê piroseya siyasî ya Hevbendiyê û xebata siyasî bi giştî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî