Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro şeşemîn salvegera komkujiya kîmawî ya hovane ya ji aliyê rêjîma Esed ve li bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê bi bikaranîna gaza jehrîn ya Klorê li dijî sivîlan li taxên bajêr pêk hat û bû sedema mirina herî kêm 43 kesan û birîndarbûna 550 kesên din e.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ko têkçûna navdewletî di danûstandina bi van tawanên giran yên ko rêjîma Esed li dijî sivîlan pêk anîne re, rijêm han da li ser pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê û bikaranîna çekên ku li ser asta navdewletî qedexekirî ne, ji ber ko wê 184 caran çekên kîmawî bikar anîn piştî biryara 2118. (2013), û berdewamiya vê bêcezakirinê gef e li ser jiyana Sûriyên ku hîn jî qurbaniyên rêbaza hovane ya rêjîma Esed in, yên bi piştgiriya siyasî û beşdariya leşkerî ya alîgirên wê û gelek milîsên xwecihî û yên ji dervî sînoran hatine pêk tên.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwazê ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî, di nav de Encûmena Ewlekariyê û Komeleya Giştî dike, ku rê nedin berdewamiya rewşa bêcezakirina rêjîma Esed, nemaze piştî ku Tîma Vekolînan û Destnîşankirina Nasnameyê (IIT) ya bi ser Rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ve berpirsiyariya rêjîma Esed di ber êrîşa Dûmayê de belge kir, û daxwaza karkirina bi awayekî ciddî û bibandor kir ji bo dadgehkirinê û vegerandina mafên qurbaniyên sûrî, yên ku baweriya wan bi dadmendiya civaka navdewletî kêm bûye ji ber derengketina tedbîrên kartêker ên ku piştgiriya dadgehkirinê û proseya siyasî li gorî biryarên navdewletî yên 2118 û 2254 dikin, ew biryarên li gor lihevkirineke navdewletî derketine, û ji aliyê rêjîma Esed ve hatine astengkirin ji ber nebûna fişarên navdewletî yên rijêmê pabendî tevlêbûnê bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
07 nîsan 2024