Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kir ku helwesta Ewropî ya eşkere û zelal hîn jî pabendîya bi “sê na”yan e, eger pêşketina bêveger di pêvajoya siyasî de çênebe û pabendî bi çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî tunebe, û amaje kir ku Fransa ev helwest di rûniştina dawî ya Encumena Ewlekariyê de tekez kiriye.
Di hevpeyvînekê ligel rojnama xwecihî ya Ibneb Beladî de, El-Behra diyar kir ku berdewamiya reftarên rêjîmê li dijî Sûriyan, dibe faktera ku avêtina gavan ber bi paş de ji piştgirên gelê Sûriyê neyê pejirandin, û got ku rêjîm neguheriye û hîn jî di binpêkirinên li dijî sivîlên ku li navçeyên di bin destê wê û piştgirên wê de dijîn berdewam e, herwiha êrîşên tund li ser sivîlên Sûriyê li navçeyên rizgarkirî pêk tîne, û bi deh hezaran welatiyên Sûriyê hîn di zindan û girtîgehên wê de ne.
El-Behra amaje kir ku helwesta rêjîmê ya redkirina pirosesa siyasî, di rêya astengkirina her hewleke aktîvkirina gihiştina çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî yên ku di Encûmena Ewlekariyê de li ser hatine lihevkirin, eşkere dibe.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî cîhanê han dide li ser avêtina gavan ber bi pêş ve û têgihiştina ku rêjîm nikare bi awayekî cidî û erênî tevlî pirosesa siyasî bibe, nemaze ku ezmûnên berê diyar dikin ku ew ji bo astengkirina pêşketina pêvajoyê tevlî civînan dibû.
El-Behra ji welatan xwest ku fişarê li hevkar û piştgirên rejîmê bikin, li şûna pêşkêşkirina alîkariyan an vekirina projeyên ku rejîm wan ji bo fînansekirina gendeliya li dora xwe bi kar tîne, an diyarkirina helwêstên ku rêjîm wan ji bo astengkirina çareseriya siyasî bikar tîne û şiyana xwe zêde bike da rewşa bêcezamanê berdewam bimîne.
Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji her kesê ku têkiliyan bi rêjîmê re dike kir, ku gerek zanibe ku ev rêjîm “heman rêjîma ku ji berpirsiyarî û dadpirsîna derbarê komkujiyên ku bi çekên kîmawî û bermîlên teqîner li dijî gelê bêçek pêk anîne direve, û bi awayên cuda tawan û binpêkirinan heta niha pêk tîne.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî