Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, beşdarî di dîbeyta ku aliyên çalakvan ên sivîl û şoreşger li navenda çandê ya bajarê Cindirêsê li gundewarê Efrînê li dar xistibûn kir, di çarçoveya gereke şopandinê de ku Hevbendiya Niştimanî li herêma Efrînê pêk anîbû, ji bo guhdarkirina li pêdiviyên şêniyan û naskirina rewşa jiyana wan û zehmetî û pirsgirêkên ku dikevin riya wan de.
Her wiha di dîbeytê de li gel serokê Hevbendiya Niştimanî, sekreterê desteya siyasî Ebdilbaset Ebdulletîf û endamên desteyên siyasî û giştî: Enes El-Ebdeh, Nezîr Hekîm, Munzir Siras, Mihemed Şêx Reşîd, Heysem Şihabî, Esad Elîto, Atef Zirêq û Azad Osman û Mihemed Selîm El-Muxlif û Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Hesen Hemade beşdar bûn, bi amadebûna hejmareke mezin ji rûspî û kesayetan, nûnerên çalakiyên şoreşgerî, sendîka, komeleyên sivîl, partî û tevgerên siyasî.
El-Behra şiroveyek pêşkêş kir tê de behsa pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê, bandora qeyranên navçeyê û navdewletî li ser rewşê kir, çi ji aliyê peydakirina derfetan an çêkirina guhertinan ve be, her weha behsa mijara siyasetên Turkiyê bi rijêma Esed re kir, û got ku Hevbendiya Niştimanî çend caran bi serkirdayetiya Tirkiyê re civiyaye, ji bo naskirina wê siyasetê di çarçoveya wê ya durist de, û bal kişand ser ku Hevbendiyê garantî wergirtine derbarê pabendbûna Enqerê bi çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî, bi taybet biryara 2254, û ku cîbicîkirina vê biryarê û başkirina rewşa debara jiyanê û peydakirina jiyaneke rûmetdar teke-rê ye ku bikaribe bihêle penaberên Sûrî bi dilxwazî vegerin cihên xwe yên resen, û tekez kir ku Hevbendî di têkiliyên xwe de berî her tiştî siyasetên xwe li gor berjewendiyên niştimanî yên Sûrî ava dike, di heman demê de ew dewlet jî siyasetên xwe li gor bercewendiyên xwe yên niştimanî û gelê xwe ava dikin, ji ber weha Hevbendî têkiliyên xwe li gor wan bercewendiyên hevbeş bi wan re çêdike.
Elbehra bal kişand ku prosesa siyasî rawestayî ye ji ber pirbûna qeyranên navdewletî û herêmî û guhertina pêşindeyên dewletan, her weha berdewamiya rijêmê di astengkirina prosesa siyasî de ya ku Netewên Yekbûyî çavdêriya wê dike û redkirina rijêmê ya berdewam ji çi çareseriya siyasî re, û tekez kir ku guhertina helwestên navdewletî hember Sûriyê, pêdiviya wê bi guherina ketwara Sûriyê bi destê Sûriyan bi xwe û yekrêziya wan heye, da karînên wan hevdû temam bikin.
El-Behra daxwaz kir ku gerek e sûrî dema rawestana siyasî û ev dema wendayî derfet bibînin ji bo birêxistinkirina Sûriyan, pêşvebirina saziyên şoreşê bi armanca geşepêdana bakurê Sûriyê, da xwe amade bikin ji bo bikaranîna her guhertinekê di hevkêşeyên herêmî û navdewletî de ji bo têde bibandor bin û daxwazên gelê Sûriyê û hêviyên wan ên dadmendî, azadî û demokrasiyê pêk bînin.
Beşdaran gelek pirs û pêşinyarên derbarê rewşa Sûriyên li herêmên rizgarkirî pêşkêş kirin, bi taybetî derbarê şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyan de, hinan pirs kir ku gelo Hevbendiyê ji bo pêkanîna daxwazên wan çi kiriye? Û di 13 salên bûrî de çi pêşkêş kiriye? Hinan din behsa pêkhateyên di hundurê Hevbendiyê de û kêmbûna karînên Hikûmeta Demikî û pêwîstiya bihêzkirina wê kir, hinên din daxwaza beşdarkirina partiyên siyasî yên nû di nava Hevbendiyê de kirin, ji ber ku di salên vê dawiyê de hin partiyên nû ava bûne.
Hin beşdarên jin jî tevlê bûn û pirsiyar li ser rola jinên Sûrî û nûnertiya wan a lawaz di nav dezgehên siyasî û hikûmetê û şoreşê û encumenên xwecihî de kirin, Elbehra bersiva pirsan da û derbarê pêşinyarên beşdaran axivî, û Ji kesên amade re mekanîzmayên avakirina Girûpên Kar di nava hevbendiyê de û beşdariya rêxistin, partî, tevgerên siyasî û sendîkayan şirove kir, û bi hûrgilî li ser pêkhateyên hevbendiyê û mekanîzmayên guhertina nûnerên wê axivî, û şirove kir ku wê çawa Girûp mekanîzmayên berfirehkirina endamtiyê di Hevbendiyê de peyda bikin.
El-Behra tekez kir ku gelê Sûriyê bedelên giran û qurbanî dane û dide, ji bo gihîştina rewşa dadmendî, azadî, wekhevî û demokrasiyê, û ku Hevbendiya Niştimanî bi tundî her cure binpêkirinên maf û rûmeta gel li Sûriyê red dike, û pir guhdara pêkanîna edalet, serweriya qanûnê û jiyaneke birûmet û ewle li herêmên rizgarkirî û tevaya Sûriyê ye, ku pêwîstî bi hewldana her kesî heye ji bo pêkanîna wê armancê.
El-Behra herwiha tekezî li ser azadiya derbirînê û piştgiriya mafên Sûriyan ku bi awayekî aştiyane mangirtin û xwenîşandanan li dar bixin kir, û tekez kir ku ev azadî nayê wateya bêserûberî û wêrankirina mal û milkên taybet û giştî, û ne jî rêgirtina li kesên din ku heman mafan bi dest xwe ve bînin an kar di saziyên şoreşê de asteng bikin.
El-Behra amaje bi wê yekê kir ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, sûriyan karên ku kesên berî wan kirine temam nekirine, belku hinek hilweşandina tiştên ku kesên din ava kirine weke xala destpêka karê xwe dibînin, vê yekê hişt ku sûrî gelek derfetan ji dest bidin û hişt ku Sûrî di çerxeke vala de bizîvirin, ava bikin û birûxînin, û ev yek ji sedeman e ku hişt Şoreşa Sûriyê neghêje armancên xwe. Û tekez kir ku dem ji bo avakirina pilaneke hevbeş hatiye, Ji ber ku di qonaxa niha de pêwîstî bi guhertina rêbazên xebatê heye, ber bi rêbazên ku li ser bingeha hemahengî, hevkarî û pêkvejiyanê ava bibin, û bibin alîkar ji hev re di piştgirî û zêdekirina ezmûnên serkeftî de, û alîkariya kesên ku dixebitin lê bi ser nakevin bikin da bi ser bikeve, bi armanca zêdekirina hevkarî û hevrêziyê.
El-Behra got ku bar giran e, welatek bi tena serê xwe nikare van baran hilgire, lewma divê Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe hilgire. Û di warê peywendiyên bi welatên bira û dost re, got ku divê em ji bo peydakirina dostan kar bikin ne çêkirina dijminan. Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e şert û mercên guncaw ji bo vegerandina çerxa aborî ya welat bên çêkirin, bi handana pêvajoyên hilberînê di çandinî û pîşesaziyê de, geşkirina bazirganiyê û handana li ser veberhênanêl li bakurê Sûriyê, da ku ev dever bibe faktera sereke ya avakirina abûriya Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî