Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Hevbendiya Niştimanî civîneke çapemeniyê lidar dixe û behsa pêşhatên siyasî û gavên qonaxa veguhêz dike

December 18, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
Hevbendiya Niştimanî civîneke çapemeniyê lidar dixe û behsa pêşhatên siyasî û gavên qonaxa veguhêz dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, îro çarşemê, civîneke rojnamevanî li gel hejmarek rojnamevan, lêkolîner û çalakvanan li dar xist û behsa pêşhatên siyasî li Sûriyê û pêngavên qonaxa veguhêz kir.

El-Behra tekez kir ku serkeftina ku bi destên lehengên şoreşê hatiye bidestxistin, encama têkoşîna 14 salan e û beşdariya hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe û çalakiyên sivîl, siyasî, leşkerî û şoreşgerî ye.

El-Behra diyar kir ku rûxandina rêjîma Esed asta tawanên ku rêjîma Esed di 14 salên borî de li dijî sivîlan pêk anîne ji hemû cîhanê re diyar kir, û civaka navdewletî bi xwe jî bi tirsnakbûna wan mukur hat, û tekezî li ser pêwîstiya xebatê kir ji bo hesabxwestin û dadgehkirina berpirsan û darizandina wan.

El-Behra tekez kir ku pirosesa rûxandina rêjîmê bi awayekî leşkerî bi baldariyeke mezin ji aliyê fraksyonên di Odeya Operasiyonên Hevbeş de hate cîbicîkirin, û pabendbûneke tam hat kirin bi rêzgirtina li mafên mirovan, parastina milkên giştî û taybet, û parastina dezgehên dewletê, bi taybetî saziyên xizmetê yên wekî elektrîk, perwerde û tenduristiyê.

El-Behra got ku girîngiyeke mezin a parastina aştiya sivîl heye, û xebatên hevbeş di navbera Odeya Operasyonên Leşkerî, civaka sivîl û Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de bilind nirxand.

Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku jiyan li Şama paytext dest bi vegera rewşa xwe ya asayî kiriye û dê di heyama çend rojên bê de berdewam be, ji ber ku îro firokeya yekem ji firokxaneya Şamê ber bi firokexaneya Helebê de rabû.

El-Behra tekez kir ku hikûmeta birêvebirina kar ya niha hewcedara piştgiriya civaka navdewletî, rêxistinên civaka sivîl û hemû gelê Sûriyê ye, û bal kişand ser giringiya sebrê û dayîna derfetê ji hikûmetê re ji bo pêkanîna karê xwe.

El-Behra bang li hemû gelên Sûriyê kir ku bibin yek, hevkariyê bikin, nêrînan ji hev nêzîk bikin û xwe ji cudahî û hewlên parçekirina rêzan dûr bixin. Û got ku ev yek tenê dê xizmeta aloziyê bike, xebat û qurbanîdana Sûriyan têk bibe û rê li ber serkeftina şoreşê Şoreşa Sûriyê bigire.

El-Behra tekez kir ku rûxandina rêjîma ku dîwar bû li pêşiya şoreşê û bidestxistina armancên wê û daxwazên gelê Sûriyê, yên ji bo azadî, rûmet û guhertina demokratîk, wek armancên hevbeş ji bo hemû kesên ku rê didin ji nû ve avakirina Sûriyê û xwegihandina asta welatên pêşketî û şaristanî.

El-Behra got ku Hevbendiya Niştimanî destê xwe ji hemû pêkhateyên Sûriyê dirêj dike, û ji bo alîkarî, hevkarî û karê hevbeş amade ye, û diyar kir ku endamên Hevbendiya Niştimanî li Heleb, Hema, Hums, Şam û Dêrezorê hene û rola xwe di xurtkirina aştiya sivîl û çalakiyên sivîl di nav civakên xwe de dilîzin, û beşdarî civînên siyasî û dîplomatîk dibin.

Û bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî dest bi qonaxa veguheztina baregehên xwe bo Şamê û parêzgehên mayî yên Sûriyê kiriye, da ku kar û rola wan ya bibandor di vê qonaxa girîng ji dîroka Sûriyê de temam bike.

Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku hikûmeta demkî ya niha dê di destpêka adara bê de bi dawî bibe, piştî wê dê hikûmeta veguhêz bê avakirin, li gora ku gelê Sûriyê li hev bikin bi beşdariya her kesî û bêyî ku ti kesî jê dûr bihêlin.

El-Behra diyar kir ku qonaxa veguhêz li Sûriyê di heyama 14 salan de ji aliyê Sûriyan ve di civîn û komxebatan de li ser hat lihevkirin û ji aliyê civaka navdewletî ve hat pesendkirin, di çarçoveya biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê de.

Û tekez kir ko qonaxa veguhêz divê li ser bingeha diyalogeke berfereh bi hemû mezheb û pêkhateyên gelê Sûriyê re be, û hemû pêkhateyan di nava xwe de vehewîne û ti aliyek jê neyê dûrxistin, piştre kongirekî niştimanî yê berfereh were lidarxistin û Komeleyeke Damezrêner ji bo nivîsandina destûra Sûriya paşerojê ya ku dê sîstema nû ya hikûmetê diyar bike, û piştre ji bo pesendkirinê dê pêşkêşî Komeleya Damezrêner were kirin, û piştre ji bo referandumê ji gelê Sûriyê re tê pêşkêşkirin, û piştre Komeleya Damezrêner yasaya hilbijartinan dinivîse û yekem hilbijartinên azad û dadperwerane werin lidarxistin, çi ji bo parlemanê û çi ji bo serokatiyê be, li gor sîstema hikûmetê ya ku di destûra bingehîn a nû de hatiye diyarkirin.

El-Behra tekez kir ku avêtina van gavan dê hesabxwestin û zelalî û aramiyê ji gelê Sûriyê garantî bike, û dilrihetiyê bide civaka navdewletî ya ku ji nêz ve çavdêriya bûyerên li Sûriyê dike, û ev dê bibe alîkar ji bo pêkanîna aştiya sivîl, bilezkirina pêvajoya veguhêz, rakirina sizayan û serederiyê bi hikûmeta sûrî ya dahatî re bikin.

El-Behra tekez kir ku ev kêşe berpirsyariyeke mezin e ku hemû gelê Sûriyê ser milê xwe hildigire ji bo pêkanîna armancên şoreşê bi azadî, rûmet û veguhertina demokratîk li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev bi maf û erkên yeksan li pêş yasayê.

El-Behra diyar kir ku armanca mayîna biryara 2254 gihandina veguhestina siyasî ye, bi rêya nexşerêyekê ku di xala 4an de diyar kiriye, ji ber ku cîbicîkirina wê tenê ji aliyekî ve hatiye spartin piştî rûxandina rêjîma Esed.

Wî bal kişande ser wê yekê ku xala 4an pîvanên hikûmeta veguhêz jî diyar kirine, ku divê berfireh be, cihê baweriyê be û ne li ser bingehên mezhebî be û got ku erkê bingehîn yê hikûmeta veguhêz peydakirina jingeheke ewle û bêalî ye. Û diyar kir ku erkê sereke yê hikûmeta veguhêz ew e nivîsandina destûrê, lidarxistina hilbijartinên azad û bê fişar û pabendbûna bi nexşedemeke diyarkirî ku herî zêde 18 meh e.

El-Behra tekez kir ku biryara navdewletî serpereştiya navdewletî tê de tune ye, û biryar bi eşkere dibêje ku piroseya siyasî bi tevahî girêdayî Sûriyê ye, û rola Netewên Yekbûyî tenê peydakirina hêsankarîyan e.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî bi nûnerê Japonî re behsa piştgiriya ji bo xebatên çakbûna zû li Sûriyê dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî bi nûnerê Japonî re behsa piştgiriya ji bo xebatên çakbûna zû li Sûriyê dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.