Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî bi nûnerê Japonî re behsa piştgiriya ji bo xebatên çakbûna zû li Sûriyê dike

December 18, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Serokê Hevbendiya Niştimanî bi nûnerê Japonî re behsa piştgiriya ji bo xebatên çakbûna zû li Sûriyê dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, bi amadebûna hevrêzkarê Desteya Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî Ebdulehed Stêfo, civîneke ji dûr ve ligel berpirsê karûbarên Japonyayê û şanderê taybet bo Sûriyê Akihiro Tsuji pêk anî, û bi hev re pêşhatên dawî li herêmên vê dawiyê hatine rizgarkirin û xebatên ji bo parastina aştiya sivîl û dabînkirina ewlehî û selametiya welatiyan ji aliyê hikûmeta birêvebirina kar ve û kêşeyên li pêşiya Sûriyê di qonaxa veguhêz de û herweha mijara nûavakirina Sûriyê gotûbêj kirin.

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku armanca sereke di dema niha de ew e, derbaskirina vê qonaxa veguhêz bi awayekî serkeftî ye û çesipandina ewlehî û aramiyê, dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn û berdewamkirina rêşûnên hukumraniya veguhêz ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê û bidestxistina dadwerî, azadî û demokrasîyê.

El-Behra behsa karê ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve hatiye kirin kir, çi bi rêya fraksîyonên leşkerî yên di nava Odeya Operasyonên Leşkerî û di bin serpereştiya wê de ne re be, ku îro erkên xwe di warê dabînkirina ewlehiyê û parastina dezgeh û saziyên dewletê de pêk tîne, û hebûna Endamên Hevbendiyê li hejmarek ji bajarên Sûriyê û beşdariya wan di civînên ligel pêkhate û aliyên Sûriyê ji bo bihêzkirina aştiya sivîl, herweha çend civînên dîplomatîk pêk anîne, ku ya dawî di çarçoveya civîna şanda Desteya Danûstandinan a Sûriyê de li gel Şanderê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen bû, ku vê dawiyê li Şamê hatibû lidarxistin ji bo gotûbêjkirinê pêvajoya siyasî û nêrîna derbarê pêşerojê.

El-Behra rola erênî ya Japonê weke yek ji alîkarên sereke di Sindoqa Qerzdana Nûavakirinê de li Sûriyê bilind nirxand, û got: “Beşdariyên Japonyayê di piştgirî û fînansekirina pirojeyên çakbûna zû de li deverên li derveyî kontrola rêjîmê xwedan nirxeke mezin bû, bi taybetî di warê xizmetên tenduristiyê, çaksazkirina binesaziyê û bernameyên rêyên jiyanê, tevî bernameyên qerzên piçûk.”

El-Behra bal kişand ser wê yekê ku di rewşa nû ya Sûriyê de, berdewamiya piştevaniya Japonyayê ji sindoqa qerzdanê re giringtir bûye û tekez kir ku sindoqê pisporiyeke mezin di warê cîbicîkirina pirojeyên curbicur di hundirê Sûriyê de bi dest xistiye.

El-Behra tekezî li ser giringiya peywendiyên bi Japonyayê re kir ji ber ku ev yek bûye alîkar ji bo kêmkirina azarên Sûriyan di salên borî de û dê Japonya bibe hevparekî bazirganî yê bingehîn di paşeroja Sûriyê de, bi taybetî di warên teknolojî, pêşkeftina pîşesazî û sektora tenduristiyê de, û dê sûde ji ezmûna geşepêdana Japonyayê piştî karesatên Hîroşîma û Nagazakî û kêşeyên hevbeş û nûavakirinê were dîtin.

El-Behra tekez kir ku piştgiriya Japonyayê ji qonaxa veguhêz re li Sûriyê nîşana xurtiya peywendiyên di navbera welatên me de ye ji bo xizmeta daxwazên gelê Sûriyê.

El-Behra diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî peywendiyan li gel hemû pêkhate û mezhebên gelê Sûriyê dike.

El-Behra her wiha tekez kir ku tişta giring îro piştgiriya hikûmeta birêvebirina kar ya li Şamê ye, ku dê heta adara bê ji sala 2025 kar bike, û got ku piştî wê dê hikûmeteke veguhêz a berfireh were avakirin û rola wê di dermankirina birînên xelkê de hebe û beşdariya tevaya gelê Sûriyê di avakirina paşeroja welat  de garantî bike.

Ji aliyê xwe ve, nûnerê taybet ê Japonyayê tekez kir ku helwesta welatê wî derbarê pêwîstiya cîbicîkirina qonaxa veguhêz a siyasî li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê, bi rêya proseyeke siyasî ya berfireh û cihê baweriyê ji bo dabînkirina aramî û bexteweriyê li Sûriyê zelal e.

Wî tekez kir ku Japonya pabend e bi piştgirîkirina destpêşxeriyên ku beşdarîyê di vê armancê de dikin, û da zanîn ku di 14 salên borî de, Japonyayê di serî de alîkariyên mirovî dabîn kirin û piştgirî da pirojeyên çakbûna zû bi rêya ajansên mîna Sindoqa Nûavakirina Sûriyê, heta di bin şert û mercên dijwar de jî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Hevdîtina ligel Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên hêsankirina rewşa Sûriyan

Hevdîtinek ligel Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên hêsankirina rêşûnên sûriyan

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.