Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û endamên desteya siyasî û ya giştî hevdîtin bi nûnerên çalakiyên sivîl, siyasî û civakî yên Sûriyê re li bajarê Riha yê Tirkiyê pêk anîn û bi wan re pêşhatên siyasî û meydanî yên li herêmê û bandora wan li ser Sûriyê û xurtkirina hevkarî û çalakiyên hevbeş ji bo piştgiriya mafên Sûriyan gotûbêj kirin.
Di civînê de Cîgira Serok Dîma Mûsa, Sekreterê desteya siyasî Ebdulbasit Ebdulletîf û endamên desteya siyasî Ehmed Bekûra, Cîhad Mer’î û Mihemed Elî Îsa her weha endamên desteya giştî: Fîras El-Mesrî, Amir El-Beşîr, Mihemed El-Hemdo, Husên El-Raad û Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil El-Kelash û Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Ebdulezîz Temo, beşdar bûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, kurteyek siyasî li ser pêşhatên siyasî yên navçeyî û navdewletî û bandora wan li ser Sûriyê pêşkêş kir, bi taybetî “Tofan El-Eqsa” û dijminkariya li ser Xezayê, ya ku çendîn rêkeftinên li herêmê guherandin, wek yasayên pevçûnê di navbera Îran û milîsên wê li herêmê ji aliyekî ve û Israîla dagîrker ji aliyê din ve, bûn sedema ku Xeza û Libnanê têxin nav şerekî ku dê bi sed hezaran sivîlên bêguneh berdêla wê bidin, û di encamê de hêzên dagîrker derbasî nav xaka Sûriyê bûn bêyî ku deng ji rêjîma Esed were.
El-Behra tekez kir ku herêma me di qonaxeke hestiyar û metirsîdar re derbas dibe û pêwîst e hemû senaryo bên lêkolînkirin û amadekarî ji wan re bibe, çi ji bo xweparastina ji metirsiyan be yan jî ji bo sûdewergirtina ji derfetên texmînkirî be, û bal kişand ser wê yekê ku gereke hemû gavên dahatî têkevin xizmeta aktîvkirina proseya siyasî û çareseriya siyasî ya tam ji bo Sûriyê li gorî biryara navdewletî 2254.
El-Behra behsa rola Îranê di têkdana ewlehî û aramiya herêmê de kir, ya bi mebesta mijûlkirina civaka navdewletî bi kirîzên derveyî sînorên Îranê û dûrxistina şer ji axa wê ya ku li ser bingeha destwerdana di nav welatên herêmê û bikaranîna gelên wan wek ardû ji bo şerên xwe yê ji bo gurkirina agirê dijminatîyê di navbera gelên her welatekî û gelên herêmê de ava bûye, her weha rijandina xwîna xelkên bêguneh bi armanca dûrxistina bala civaka navdewletî ji tiştên ku di hundirê Îranê de diqewimin û pêkanîna du armancên sereke, yek jê Parastina sîstema siyasî ya desthilatdar a Îranê ye, û ya din parastina pêşketina bernameya otomî ya Îranê ye.
El-Behra li ser rola Tirkiyê û siyasetên wê li navçeyê bi taybet derbarê pêşhatên dawîn axivî, û amaje bi wê yekê kir ku Enqere bi giringiya gihîştina çareseriyeke siyasî li Sûriyê dizane ku bêyî wê nepêkan e teror bi dawî bibe ne jî penaber bên razîkirin ku bi awayek dilxwazî, ewle û rûmetdar vegerin, di heman demê de ew tedbîrên xwe digire ji bo rûbirûbûna metirsiyên ku heye rû bidin û bibin sedema projeyên parçekirinê li Sûriyê, ku ev yek metirsî ye li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê, her weha hemû welatên herêmê pêşbîn dikin ku bandora Îranê kêm bibe û valahiyekê çêbike, û ev yek pirsekê bi xwe re tîne: Glo kî dê wê valahiyê li ser meseyê tijî bike?
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser hilbijartinên serokatiyê li Emerîkayê, û bandora wan li ser hemî dosyayên Rojhilata Navîn, ji ber cudahiya nerîna herdû namzedan yê Demokrat û yê Komarî, derbarê çareserkirina kêşeyan de li Rojhilata Navîn, bi taybetî di warê projeya du dewletan de li Filistînê an jî aştî beramber aştiyê, ku ji aliyê hikûmeta Netanyahu ve tê piştgirîkirin.
El-Behra tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e kar ji bo zindîkirina piroseya siyasî bibe, ji ber ku rêjîma Esed hewl dide her desteyeke siyasî ya ku nûneratiya daxwaz û mafên gelê Sûriyê dike, çi di warê siyasî an yasayî de be, ne rewa bike.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku ew şerekî çarenûsî dikin ji bo ku nûnertiya daxwazên gelê Sûriyê, yên ku ji bo wê serî hildan û qurbanî dane, di lîsteya guhdana navdewletî de bihêlin, ji ber hewlên rêjîmê ji bo kuştina biryara navdewletî ya 2254, da pêvajoya siyasî pûç bike an bicemidîne û nûnertiya siyasî ya gelê Sûriyê nehêle û pirsgirêka penaberan li Libnanê ji xwe re wek derfetê bibîne da rêjîma xwe zindî bike.
El-Behra hişyarî da li ser hewildanên sînordarkirina bijardeyên gelê Sûriyê di navbera xerab û xirabtir de, û paşguhkirina maf û daxwazên wan ên ku bingeha daxwazên şoreşa Sûriyê ne, û tekezî li ser giringiya rêyên yekkirina karînan kir ji bo pêkanîna daxwazên Sûriyan ên dadwerî, azadî û demokrasiyê.
Di dema ku amadebûyan hejmarek nerîn û pirsiyar derbarê rewşa navxweyî pêşkêş kirin, bi taybetî herêmên Cezîrê û Firatê, ku ji ber kiryarên milîsên PYDê, di nav wan de tawanên li dijî sivîlan û tevdîrên din ên bi armanca şêwandina dîrok û nasnameya herêmê û jihevxistina tevna wê ya civakî, bi taybetî ferzkirina rêbazên xwendinê yên îdeolojîk ên ku şikodariyê bi pêşengê PKK û dîroka rêxistina terorît dikin.
Beşdaran amaje bi wê yekê kirin ku pêwîst e giringî bi navçeya Serê Kaniyê ya li gundewarê Hesekê û Til Ebyad a li gundewarê Reqayê were dan, ku ji ber nebûna peywendiya wan bi deverên din ên erdnîgariya Sûriyê re, êş û azaran dikişînin. Û karkirina ji bo xurtkirina karê hikûmeta Sûrî ya demkî li wê deverê û dîtina çareyên piraktîkî û bilez ji bo rizgarkirina xelkê û şerkirina dijî her pirojeyekî ku armanca wê parçekirina welat e .
Di civînê de amadebûyan bal kişandin ser rewşa bêserûberiyê di warê rêvebirinê de, li ser asta siyasî, leşkerî, aborî û ragihandinê, û tekezî li ser pêwîstiya naskirin û rastkirina şaşiyan û hilanîna hemû astengiyan kirin ji bo pêşxistina peywendî û hevahengiya di navbera hemû sazî û pêkhateyên Şoreşa Sûriyê de û giringiya sepandina serweriya yasa û dabînkirina ewlehî û aramiyê.
Di civînê de amadebûyan pirsa penaberên Sûriyê li welatên cîran û Yekîtiya Ewropî gengeşe kir, nemaze piştî ku hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê ên li Libnanê neçar bûn ku ber bi navçeyên rêjîmê ve birevin ji encama zêdekirina bombebarana Israîla dagirker li ser Libnanê û tedbîrên cudakarî yên desthilatdariya Libnanê dijî penaberên sûrî, ji bilî daxwazên hin welatên ewropî ên dixwazin siyasetên xwe li hember Sûriyê ji nûve binirxînin.
Amadebûyan tekez kirin ku vegera penaberên Sûriyê bi awayekî sereke girêdayî bidestxistina çareseriyeke siyasî ye, bi rêya cîbicîanîna biryara 2254, û dabînkirina jîngeheke ewle, aram û rûmetdar ji bo vegera bi dilxwazî, û tekez kirin ku Sûriye hîn ji bo vegera penaberan ne ewle ye, ji ber hebûna Beşar Esed û milîsên mezhebî yên terorîst.
Beşdaran tekezî li ser girîngiya başkirina şert û mercên jiyanê, rewşa aborî û ewlehiyê li herêmên rizgarkirî kirin, ji bo pêşxistina Bakurê Sûriyê da ew dever bibe cihekî ku xelk bixwazin lê bi cih bibin û veberhênanê bikin.
Di civînê de amadebûyan behsa giringtirîn pirsgirêk û astengiyên ku nahêlin navçeyên rizgarkirî aram bibin kirin, ku yek jê şerên di nav fraksyonên leşkerî yên Artêşa Niştimanî de ye, û çareya wê bi temamkirina rêxistinkirina Artêşê û bihêzkirina desthilata dadweriyê ye, û rêxistinkirina rêşûnên rêveberî yên karê hawirdekirin û hinardekirin û pîşesaziyê bi awayekî ku veberhênanê û afirandina derfetên kar geş bike.
Kesên amade li axafinên Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Demkî guhdarî kirin ku çawa ewkar dikin ji bo birêkûpêkkirina yasaya bacê li navçeyên rizgarkirî ku dê bibe alîkar ji bo bidestxistina serweriya yasayê. Û beşdaran tekez kirin ku pêkanîna van armancan hewcedarî rawestana bi hev re û nehiştina bêserûberiyê û yekrêziya li dijî rêjîmê ye, û cextî li ser berdewamiya kar kirin ji bo bicîanîna daxwazên gelê Sûriyê û gihiştina dewleta dadmendî û azadî û demoqrasiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî