Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, li iyaleta Şanlî Urfayê ya Tirkiyê, bi hejmarek ji jinên Desteya Jinên Sûriyê re civiya û bi wan re kar û xebatên desteyê û qonaxên temamkirina rêxistinkirina karê wê û komîte û çalakiyên wê gotûbêj kirin.
Di civînê de Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî û çavdêra karê desteya jinan Dîma Mûsa ,her weha sekreterê desteya siyasî Ebdulbasit Ebdulletîf û endamê desteya siyasî Ehmed Bekûra amade bûn.
Jinên desteyê li ser giringiya berfirehkirina beşdariya jinan di nav Hevbendiya Niştimanî de û temamkirina pirojeya girêdana bi girûpên kar ên hevbendiyê re, ji bo bilindkirina rêjeya beşdariya jinan di pirosesa siyasî de bi hemû aliyên wê ve bi rêya saziyên Hevbendiyê, û xebata ji bo piştgiriya jinan, çi li Sûriyê çi li derve be, axivîn.
Jinên amade hejmarek pirs li ser pêşhatên di pêvajoya siyasî de kirin, û bal kişandin ser giringiya dosya girtiyan û eşkerekirina çarenûsa kesên bi kotekî hatine wendakirin, û tekezî li ser pêwîstiya ku ev dosya di nav pêşindeyên karê Hevbendiyê de bimîne kirin.
Ji aliyê xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra kurte şiroveyeke siyasî pêşkêş kir, tê de behsa pêşhatên siyasî li herêmê û bandora wan li ser dosya Sûriyê kir û tekezî li ser giringiya zindîhiştina pirsa Sûriyê di dema zêdebûna qeyranên li herêmê kir.
El-Behra bal kişand ser kêmbûna qebaraya alîkariyên ku ji Sûriyê re tên pêşkêşkirin, û got ku heye karesateke mirovî ji ber kêmbûna tund a alîkariyên mirovî yên hawarçûnê û yên pizîşkî pêk were, û amaje bi pêwîstiya hişyarkirina civaka navdewletî hember wê yekê û karkirina ji bo kêmkirina bandorên wê yên xirab li ser gelê Sûriyê kir.
El-Behra behsa hewildanên Hevbendiya Niştimanî ên ji bo tijîkirina valahiyan bi karînên bedrest kir, bi riya xurtkirina hevkarî û hevahengiyê bi hemû rêxistin, deste, çalakiyên sivîl û şoreşgerî, komele û yekitiyên Sûriyê re, û parvekirina barê giran di nava hmû aliyan de.
El-Behra tekez kir ku kesayetên sûrî yên çalak ên karin guhertinên berçav di kar de çêkin hene, û amaje kir ku mafê her kesî di bihêzkirina karînên xwe yên siyasî de heye, nemaze jin, û xebata ji bo girêdana nifşên nû bi şoreşa Sûriyê re û çêkirina pêwendiyan bi beş û pêkhateyên civakê re.
Cîgira Serok Dîma Mûsa ji hêla xwe ve behsa giringiya lidarxistina civînên zêdetir bi Hevbendiya Niştimanî re kir, û amaje bi wê yekê kir ku ev civîn dihêlin jin bêhir xwe bighînin maseya biryardanê û tevlî nav jiyana siyasî bibin, ku ev armanceke bingehîn a karê Desteya Jinên Sûrî ye.
Ji aliyê xwe ve sekreterê desteya siyasî Ebdilbaset Ebdulletîf şiroveyek derbarê rola girûpên kar, tor û komîteyan û mekanîzmayên karkirina wan pêşkêş kir, û behsa giringiya berdewamiya kar bo beşdarkirina jinên çalak di nava wan de kir, tevlî Tora Penaber û Derbideran jî. Û endamê desteya siyasî Ehmed Bekûra, behsa pêşhatên dawî yên karê xwe û civînên ku wî vê dawiyê derbarê rewşa penaberên Sûriyê yên ku ji ber berfirehbûna şer reviyane kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî