Girûpa Kar a Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, duh, sêşemê, workşopek bi sernavê “Sûriyên li Libnanê: Pirsgirêk û Derfet” lidar xist, û tê de mêvandariya parêzer Mihemed Seblouh kir, ku yek ji çalakvanên mafên mirovan li Libnanê tê naskirin.
Di civînê de Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa, hejmarek ji endamên desteya siyasî, her weha parêzerê Libnanî Nebîl Helebî, û hejmarek lêkolîner, rahêner, parêzer û xebatkarên di warê mafên microvan de amade bûn.
Di destpêkê de parêzerê Libnanî Nebîl Helebî ku di riya tora enternêtê re beşdar bibû, behsa rewşa xirab a penaberên Sûrî yên li Libnanê kir û tekez kir ku qeyranên siyasî, nakokiyên aliyên siyasî li Libnanê û bandora Îranê li ser dewleta Libnanê, bûne sedema êş û azarên penaberên sûrî li Libnanê.
El-Helebî diyar kir ku Sûriyên ku niha li Libnanê girtî ne, girtiyên bîr û baweriyê ne, ti têkiliya wan bi dosyayên terorê re nîne, tawan li dijî wan hatine çêkirin, ji ber ku girtiyên girêdayî DAIŞê di sala 2017an de ji bo bajarê Dêrezorê hatin veguhestin piştî peymana ku navê “otobusên bi klîma” tê naskirin, ya di navbera çekdarên DAIŞê û û Hizbullaha Libnanî de, hat imzakirin.
El-Helebî bal kişand ser wê yekê ku rêxistinên mafên mirovan li Libnanê, raporên xwe ji Neteweyên Yekbûyî re şandine, tê de binpêkirinên di zindana Rumiyê de diyar dikin, û awayê standina mukurhatinên neyasayî ji girtiyên sûrî eşkere dikin û red dikin, û tekezî li ser giringiya avakirina komîteyeke navdewletî ya taybet kir, ji bo lêkolînkirina hemû dosyayên girtiyên Sûrî li Libnanê.
Hevrêzkarê Girûpa Kar a Karûbarê Penaber û Derbideran Ehmed Bekûra, got ku penaberên Sûrî yên li Libnanê rastî şert û mercên zehmet û trajîdî tên di riya revandin, girtin û sirgûnkirina bi darê zorê re, û da zanîn ku Girûpa Kar hevkariyê bi gelek kes û saziyên mafên mirovan re li Libnanê dike û Hevbendiya Niştimanî bi piraniya aliyên siyasî re kar dike ji bo dûrkirina penaberan ji nakokiyên siyasî.
Bekûra bal kişand ser wê yekê ku Sûrî li welatên cîran wek penaber nayên dîtin, û mafên xwe yên yasayî yên li gorî pîvan û yasayên navdewletî hatine diyar kirin, bi dest naxin, û rastî binpêkirinên giran tên bêyî bertekeke rasteqîne û cidî ji aliyê Netewên Yekbûyî û Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan ve.
Bekûra behsa hebûna pênc rêkeftinên navdewletî yên ku ji aliyê hemû welatên cîran ve hatine îmzekirin kir ku têde mafên penaberên Sûriyê diparêzin, û tekezî li ser pêwîstiya sûdwergirtina ji van rêkeftinan ji bo şopandina karûbarên penaberên Sûrî û garantîkirina mafên wan kir.
Di heman demê de parêzer Mihemed Seblouh rastiya rewşa penaberên Sûrî li Libnanê diyar kir û binpêkirinên ku li dijî wan pêk tên berçav kirin, û tekez kir ku penaberên Sûrî rastî mezintirîn kampaniya nijadperestî di dîroka Libnanê de tên, nemaze piştî ku hikûmeta Libnanê dosya penaberan wek karteke keysjêanînê bikar anî ji bo bidestxistina pereyên alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî, û nîşan da ku hikûmeta Libnanê dest bi kampanyaya nijadperestîyê kir û partiyan temam kirin.
Seblouh behsa hebûna kampaniyeke ewlekarî ya berfireh li seranserê Libnanê li dijî penaberên Sûrî kir, ji ber ku artêşa Libnanê kampaniyên dersînorkirinê yên bêserûber pêk tîne, û amaje bi belgekirina dosyaya dersînorkirina zarokekî sûrî yê 16 salî kir, ku dema ji mala xwe derketibû hatibû girtin, û îmzeya wî li ser kaxeza dersînorkirinê xistin ku dibêje dê û bavê wî li Sûriyê ne û di rastiyê de ew li Trablusê dijîn.
Seblouh tekezî li ser giringiya rûbirûbûna van binpêkirinên li dijî penaberên Sûriyê kir, bi rêya pabendbûna bi cîbicîkirina rêkeftinên navdewletî yên derbarê penaberan, di nav de Peymana li dijî Îşkenceyê, ku yek ji rêkeftinên ku Libnanê îmze kirine ye, û bal kişand ser giringiya sûdwergirtina ji dadweriya Libnanî û ya Ewropî.
Beşdaran karên ku ji bo piştgirîkirina penaberên Sûrî li Libnanê hatine kirin nirxandin, û hejmarek pêşniyar ji bo baştirkirina şert û mercên wan pêşkêş kirin, û tekezî li ser giringiya xistina mafên penaberên Sûriyê li Libnanê di nav pêşindeyên hevdîtinên siyasî de kirin û piştgirîkirina karên rêxistinên mafnasî û çalakvanên mafên microvan ên berevaniyê di ber mafên penaberên sûrî de li Libnanê dikin dijî binpêkirinên ku dermafê wan pêk tên.
Amadebûyan tekezî li ser giringiya ku berê xwe bidin civaka navdewletî kirin, bi taybetî welatên alîkariyê didin hikûmeta Libnanê û artêş û hêzên ewlekariya wê, û bihêlin fişarê li van dezgehan bikin da ku binpêkirinên li dijî penaberên Sûrî rawestînin, da ku ev alîkarî bibin fakter ji bo rêzgirtina mafên mirovan li Libnanê.
Û daxwaz ji amadebûyan kir ku piştgirîya destpêşxeriya hevbendiyê ya derbarê aliyên Libnanî û navdewletî bikin, ya li ser bingeha parastina penaberên Sûrî li devera ku sînorê wê ne diyar in ava bûye, ta dema derxistina Hizbullah ji deverên wan û dabînkirina vegera wan ya bi dilxwazî û ewle.
Û li ser asta yasayî, amadebûyan tekezî li ser berdewamiya belgekirina hemû binpêkirinan bi şêweyên qanûnî yên guncaw kirin ji bo rêxweşkirina ji dadpirsînê re, bi armanca rêgirtina li berpirsên van binpêkirinan, her weha bikaranîna dezgehên dadwerî li hundir û derveyî Libnanê û vekirina dozan li dijî berpirsên binpêkirin, vegerandina bi zorê, radestkirina ji rêjîmê re, û binpêkirinên din.
Amadebûyan bal kişand ser girîngiya pevgirêdana tora yasayî ya dosya mafên mirovan li Sûriyê û Libnanê, ji ber ku dosya girtiyên sûrî li Libnanê beşek ji pirsa Sûriyê ye.
Beşdaran bal kişandin ser girîngiya daxwazkirina ji hikûmeta Libnanê ku rê bide rêxistinên navdewletî yên taybetmend, wek Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, Komîteya Navdewletî ya Heyva Sor, Komîteya Dijî Îşkenceyê û Komîsyona Mafên Mirovan ku ew gihiştin bi temamî û bêsînor bin û biçin hemû girtîgehên fermî û demkî.
Di dawiyê de, Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa û Hevrêzkarê Koma Karê Penaber û awareyan Ehmed Bekûra mertalek rêzgirtinê pêşkêşî parêzerê birêz Mihemed Sebloûh kir, wek bilindnirxandinê ji berdewamiya xebata wî ya piştgiriya mafên penaberên sûrî li Libnanê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî