Friday, May 9, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Komxebatek ji bo guftûgokirina guhertinên herêmî yên ji encama berfirehbûna dijminkariya Israîla dagirker li Libnanê û bandora wê li ser Sûriyê

November 2, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Duh, Înê, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên partî, aliyên siyasî yên niştiman-perwer û navendên lêkolînan, komxebatek bi navê “Berfirehbûna dijminkariya Israîla dagirker li Libnanê û şerên hejmûna Îranê bi riya peyrewên wê re û bandora wan li ser Sûriyê” lidar xist. Di civînê de çend mijar hatin gotûbêjkirin, di nav wan de ku heta çi astê dikarin ji kontrolkirina Îranê ji Sûriyê re rizgar bibin û ziyanên wê yên li şoreşa Sûriyê dike û derfetên li pey van bûyeran ji bo sûdwergirtina ji wan û giheştina daxwazên gelê Sûriyê ên azadî, rûmet û demokrasiyê, her weha pêkaniya rûxandina rêjîma Esed, yan jî guhertina reftara wê û tevlîbûna wê ya cidî di pirosesa siyasî ya di bin sîwana Netewên Yekbûyî de, û rola aliyên herêmî û navneteweyî. Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Tohme, bal kişand ser giringiya komxebatê, û giringîdana Hevbendiya Niştimanî bi berfirehkirina beşdariya di biryardana niştimanî de û bûyerên ku li herêmê çêdibin û bandora wan li ser dosyeya Sûriyê. Tohme bal kişand ser wê yekê ku di komxebatê de du nerîn hatin dîtin, beşek bawer dikin ku şerê berdewam li Libnanê destpêka şer e ji bo jinavbirina kontrola Îranê ji herêmê re, û dibe ku derbasî welatin dî bibe, di nav wan de Sûriyê, ku destpêka guhertinekê li herêma rojhilata navîn nîşan dide, û beşê berovajî vê yekê, yên dibînin ku rewşa xizmetguzarîyê di navbera Îran û Amerîka de hîn jî heye, û ev mijar hewleke Amerîka ye tenê ji bo sînordarkirina bandora Îranê. Tohme diyar kir ku komeke din a beşdaran di wê baweriyê de ye ku dê encamê hilbijartinên dahatî yên Amerîkayê rewşê destnîşan bikin û mijar dê zelaltir bibe. Tohme got ku Hevbendiya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku di dema dahatî de derfetên şoreşa Sûriyê ji metirsiyan mezintir in, û da zanîn ku bi tenê nehiştina bandora Îranê dê bi awayekî erênî bandorê li rewşa siyasî û heta leşkerî jî bike. Tohme spasiya hemû beşdarên komxebatê kir û tekez kir ku ev xebat ramanan dewlemend dikin û alîkariya xwedanên biryarê dikin ku bûyeran bi awayekî kûr fam bikin û helwestên li gorî daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, dadmendiya civakî û demokrasiyê ne bistînin. Di heman demê de, çalakvana civaka sivîl Aya Qewaf ku yek ji beşdarên komxebatê bû, tekezî li ser giringiya van civînan di navbera Hevbendiya Niştimanî û hêzên siyasî de kir, û da zanîn ku ew destpêka xurtkirina xebatên hevbeş û qebûlkirina cudahiya bîr û baweriyan û rexnê ne, ji bo xebitîna bibandor a di berjewendiya şoreşa Sûriyê û welat de be. Her weha Ebas Şerîfe, lêkolînerê Navenda Kandel bo Lêkolînan, amaje bi wê yekê kir ku şer dê berfireh bibe, û nîşan hene ku şer dê berdewam be û tundûtûjî zêdetir bibe û dibe ku rewşek valahiyê çêbibe piştî bandora Îranê kêm bibe. Şerîfe anî ziman ku pirsa herî girîng a di serê hemû aliyan de ew e ku kî wê vê valahiyê tijî bike li hember rewşa aloz a herêmê, bi taybetî ji ber hebûna hêzên leşkerî yên navdewletî û herêmî li Sûriyê, ligel gotegotên derbarê pêşketina Israîla dagirker li başûrê Sûriyê ji bo cîbicîkirina çarçoveyeke ewlehiyê, he weha derfeta veguhestina siyasî li Sûriyê. Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Sûriyê Omer Şehrûr got ku bê guman lawazkirina kontrola Îranê û milîtanên Hizbullahê yên terorîst li herêmê di berjewendiya gelê Sûriyê de ye, lê wî diyar kir ku ew li dijî projeya niştecihbûnê ya ku ji aliyê Israîla dagirker ve tê pêkanîn e. Ji aliyê xwe ve lêkolerê siyasî Waîl Elwan tekez kir ku giringiya komxebata îro ew e ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide nerîna navendên lêkolînan û hêzên siyasî, û got ku tiştê îro li derdora Sûriyê diqewime bileztir dibe û pir tevlihev e û dê bandorê li hemû aktorên Sûrî û herêmî û navdewletî bike. Elwan bal kişand ser giringiya hewldana Hevbendiya Niştimanî ji bo lêkolînkirina senaryoyan û asta derfetên texmînkirî ji bo xebatê li gorî guhertinên bilez, û heta çi radeyê dikare ji bo zêdekirina derfetan û bidestxistina berjewendiyên gelê Sûriyê tevbigere. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Duh, Înê, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên partî, tevgerên siyasî yên niştimanî û navendên lêkolînan, komxebatek bi navê “Berfirehkirina dijminkariya Israîla dagirker li Libnanê û şerên hejmûna Îranê bi riya peyrewên xwe re û bandora wan li ser Sûriyê” lidar xist.

Di civînê de çend mijar hatin gotûbêjkirin, di nav wan de ku heta çi astê dikarin ji destdanîna Îranê li ser herêmê û kontrolkirina wê ji Sûriyê re rizgar bibin û ziyanên wê ji şoreşa Sûriyê re û derfetên li pişt van bûyeran ji bo sûdwergirtina ji wan û giheştina daxwazên gelê Sûriyê ên azadî, rûmet û demokrasiyê, her weha pêkaniya rûxandina rêjîma Esed, yan jî guhertina reftara wê û tevlîbûna wê ya cidî di pirosesa siyasî ya di bin sîwana Netewên Yekbûyî de, û rola aliyên herêmî û navneteweyî.

Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Tohme, bal kişand ser giringiya komxebatê, û giringîdana Hevbendiya Niştimanî bi berfirehkirina beşdariya di biryardana niştimanî de û bûyerên ku li herêmê çêdibin û bandora wan li ser dosyeya Sûriyê.

Tohme bal kişand ser wê yekê ku di komxebatê de du nerîn hatin dîtin, yên bawer dikin ku şerê berdewam li Libnanê destpêka şer e ji bo jinavbirina bandora Îranê li herêmê, û dibe ku derbasî welatin dî bibe, di nav wan de Sûriyê, ku destpêka guhertinekê li herêma rojhilata navîn nîşan dide, û yên ku berovajî vê yekê, yên dibînin ku rewşa xizmetguzarîyê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de hîn jî heye, û ev mijar ji hewleke Amerîkî ya ji bo sînordarkirina bandora Îranê dernakeve.

Tohme diyar kir ku komeke din a beşdaran di wê baweriyê de ye ku hilbijartinên pêşwext ên Amerîkayê dê gotina dawîn bibêjin û mesele dê zelaltir bibin.

Tohme got ku Hevbendiya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku derfetên şoreşa Sûriyê ji metirsiyên di dema bê de mezintir in, û da zanîn ku bi tenê nehiştina bandora Îranê dê bi awayekî erênî bandorê li rewşa siyasî û heta leşkerî jî bike.

Tohme spasiya hemû beşdarên komxebatê kir, û tekez kir ku ev kargeh ramanan dewlemend dikin û alîkariya xwedanên biryarê dikin ku bûyeran bi awayekî kûr fam bikin û helwestên ku li gorî daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, dadmendiya civakî û demokrasiyê ne ava bikin.

Di heman demê de, çalakvana civaka sivîl Aya Qewaf ku yek ji beşdarên komxebatê bû, tekezî li ser giringiya van civînan di navbera Hevbendiya Niştimanî û hêzên siyasî de kir û da zanîn ku ew destpêka xurtkirina xebatên hevbeş û qebûlkirina cudahiyên bîr û baweriyê ne. rexne ji bo avakirina karekî bibandor ku di berjewendiya şoreşa Sûriyê û welat de be.

Her weha Ebas Şerîfe, lêkolînerê Navenda Kandel bo Lêkolînan, amaje bi wê yekê kir ku şer di pêvajoya berfirehbûnê de ye, û nîşan didin ku şer dê berdewam be û berfireh bibe, û dê tundûtûjî zêdetir bibe, û dibe ku rewşek valahiyê çêbibe piştî bandora Îranê kêm bibe.

Şerîfe anî ziman ku pirsa herî girîng di serê hemû aliyan de ew e ku kî wê vê valahiyê tijî bike li hember rewşa aloz a herêmê, bi taybetî ji ber hebûna hêzên leşkerî yên navdewletî û herêmî li Sûriyê, ligel gotegotên derbarê pêşketina Israîla dagirker li başûrê Sûriyê ji bo cîbicîkirina çarçoveyeke ewlehiyê, he weha derfeta veguhestina siyasî li Sûriyê.

Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Sûriyê Omer Şehrûr got ku bê guman lawazkirina kontrola Îranê û milîtanên Hizbullahê yên terorîst li herêmê di berjewendiya gelê Sûriyê de ye, lê wî red kir ku metirsiya projeya niştecihbûnê ya ku ji aliyê Israîla dagirker ve tê kirin.

Ji aliyê xwe ve lêkolerê siyasî Waîl Elwan tekez kir ku giringiya komxebata îro ew e ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide nerîna navendên lêkolînan û hêzên siyasî, û got ku tiştê îro li derdora Sûriyê diqewime bileztir dibe. pir tevlihev e û dê bandorê li hemû aktorên herêmî û derve yên Sûriyê xuya bibe.

Elwan bal kişand ser giringiya hewldana Hevbendiya Niştimanî ji bo lêkolînkirina senaryoyan û asta derfetên texmînkirî ji bo xebatê li gorî guhertinên bilez, û heta çi radeyê dikare ji bo zêdekirina derfetan û bidestxistina berjewendiyên gelê Sûriyê tevbigere.

Jêder: Ofîsa  Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post

Sersaxîya şehadeta Dadwerê Şêwirmend Mihemed Zîdan li gundewarê Helebê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.