Daxuyaniya sersaxî û şermezarkirinê
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî sersaxiyê ji malbata şehîd Dadwerê Şêwirmend Mihemed Zîdan û endamên desteya dadwerî û wezareta dadweriyê û heval û hogirên şehîd û tevahiya gelê Sûriyê re dixwaze, ku îro tawaneke hovane bû sedema şehîdbûna dadwer û birîndarbûna birayê wî li gundê Dalha yê ser bi bajarokê Soran ve li gundewarê Helebê.
Hevbendiya Niştimanî vê tawana hovane şermezar dike û ji dema ku pêk hatiye bi awayekî yekser dişopîne û dê berdewam be ta radestkirina tohmetbaran bo Fermanberiya Polîsên Leşkerî ji bo pêkanîna lêkolînên pêwîst û şandina wan bo dadgehê, da ku siza li gor yasayê li wan bên birrîn.
Hevbendiya Niştimanî tekezîyê dike li ser rola herdû wezaretan, ya berevaniyê û ya navxwe, di hikûmeta demkî de û berpirsiyariya wan û guhdana wan ji bo kontrolkirina ewlehiyê û cîbicîkirina yasayan ji bo rêgirtina li dûbarebûna tawanên bi vî rengî.
Hevbendiya Niştimanî pabendbûna xwe ya tam bi şopandina berdewam li gel Hikûmeta Demkî ya Sûriyê radighîne, ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê û berdewamkirina gavên ku dibin sedema bihêzkirina serweriya yasayê li herêmê, û amaje bi giringiya Wezareta Dadwerîyê dike, û piştgiriya xwe ya tam ji bo bihêzkirina serxwebûna desthilata dadwerî ya bêalî nîşan dide.
Ji şehîdê dadwer Mihemed Zîdan re rehmet,
ji malbat û hezkiriyên wî re sebir û semax,
ji birayê wî re saxbûna bilez.
Em ji Xwedê re ne û em ê li bal Wî vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
03 mijdar 2024