Rêjîma Esed welatiyê bi navê Mihemed Elî Husên El-Derawşe girt, di dema ku ew di rê de bû ji bo biçe da rewşa zarokê xwe yê ku ji sala 2017an ve bi nexweşiya penceşêra xwînê ketiye û li nexweşxaneyeke Şama paytext tê dermankirin bişopîne.
Kombûna Azadîxwazên Horanê got ku El-Derawşe li ser xala kontrolê ya “Elsenter” li başûrê Şamê, li ser rêya navdewletî Şam-Deraa hat girtin, di dema çûna wî de ji bo serdana zarokê xwe yê yekta Elî, yê ku bi nexweşiya penceşêra xwînê ketiye û dermankirina xwe li nexweşxaneyeke Şama paytext temam dike.
Girûpê bal kişand ser ko hêzên rêjîmê dixwazin bi girtina sivîlan sûdeyên maddî werbigirin, da wek berdêl çekan an gelek pereyan bixwazin, ji ber ku girtina sivîlan li ser rêbendên leşkerî yên li ser rêya Şam-Deraa ya navdewletî û bi taybetî xalên kontrolê yên El-Senter û Menget El-Hetab dubare dibe.
Kombûna Azadîxwazên Horanê piştrast kir ku El-Derawşe sivîl e, û tevlî ti hêzeke serbazî nebûye, girtina wî ya kotekî di demekê de hat ku hewl dida dermankirinê ji zarokê xwe re dabîn bike, ji ber ku rewşa wî ya tendirustî gav bi gav ber bi xirabûnê ve diçe.
Wek bersivê ji vê bûyerê re, girûpeke xwecihî li bajarê Kerk yê rojhelat, gefên gurkirinê li hêzên rêjîmê xwarin, eger Derawşe neyê berdan, û 24 demjimêr ji bo azadkirina wî dan wan.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ko hêzên rêjîmê girtinê weke çekekê li dijî sivîlan bikar tînin ji bo wergirtina pereyan û fînansekirina maşîna xwe ya leşkerî, û wek sizayeke tevayî ji bo Sûriyên ku di şoreşê de beşdar bûne.
Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya şerê li dijî vê rêjîmê heta rûxandina wê kir, ji bo cîbicîkirina daxwazên miletê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê û sizadana berpirsên tawanên ku li dijî sivîlan pêk hatine û azadkirina hemû girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa kesên bi zorê hatine windakirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî