Milîsên PYDê yên terorîst û hêzên Esed, duh yekşemê, bi roketavêjan bajarê Babê li gundewarê rojhilatê Helebê û her wiha gundên Buhîc, Krêdiye, El-Ecemî û Cib El-Beraziyê kirin armanc, û bû sedema şehîdbûn û birîndarkirina hejmarek ji sivîlan.
Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku di encama bombebarana bajarê Babê de, 2 şehîd ketin û zêdetir ji 18 welatiyên sivîl birîndar bûn, birînên 6an ji wan giran in, û diyar kir ku bombebaranê bandor li taxên niştecihan, mizgeft, dibistan û navenda dagirtina gaza malan kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, bi tundî armanckirina sivîlan û navendên sivîl şermezar kir, û got ku ew tawaneke cengê li dijî xelkê bêguneh li bajarê Babê ye.
El-Behra tekez kir ku ev tawanên dubare û yên gurtir dibin, ji deverên di bin kontirola hevbeş a milîsên terorîst ên ser bi rêxistina terorîst a PKK û rêjîma Esed ve ne, û bang li civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî kir ku hesab ji berpirsan bixwazin û kar ji bo rawestandina wan êrîşan bikin.
El-Behra amaje bi wê yekê jî kir ku ev kiryarên dijminane yên berdewam li dijî sivîlan nayên pejirandin, û dît ku ev yek dê bibe sedema nearamî û gurbûna leşkerî û êş û azarên sivîlan zêdetir bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî