Roja duşemê, Hêzên Rêjîma Esed çendîn caran bi firokên xwekujî deverên niştecihbûna sivîlan li gundewarê Helebê yê rojava kirin armanc, herwiha hejmarek gund û bajarok li gundewarê başûrî Idlibê bi topan bobebaran kirin.
Çalakvanan gotin ku hêzên Esed gundên “Tedîl” û “Kefr Ta’al” li rojavayê Helebê bi 6 balafirên bêpîlot ên xwekujî kirin armanc, di heman demê de bi topa giran derdora gundên “El-Bara” û “El-Fatira” li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin
Ev yek hat piştî rojeke xwîndar li bajarê Babê yê gundewarê Helebê, ku tê de ew dever ji xalên hevbeş ên milîsên PYDê yên terorîst û hêzên rêjîmê hatin bombebarankirin, di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û bêtir ji 18 sivîlan birîndar bûn, 6 ji wan birînên wan giran in.
Herweha roja şemiya borî zaroka keç Nada El-Hemûd di encama bombebarana milîsên PYDê yên terorîst li ser gundê El-Carix li rojavayê bajarê Girê Spî li gundewarê Reqayê hat kuştin, ku bû faktera banga çalakvanan ji bo derketina xwepêşandanên gel li dijî berdewamiya tawanên van milîsan li dijî sivîlan.
Roja şemiya borî, zarokek keç hat kuştin û 6 sivîl jî birîndar bûn li bajarên Binîş û Erîha li gundewarê Idlibê di encama topbarankirina hêzên rêjîmê ji taxên niştecihan re li gorî Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihandiye.
Berevaniya Sivîl a Sûrî bal kişand ser wê yekê ku hêzên Rêjîmê bi topên topxaneyan û roketavêjan derdora bajarê Binîş li rojhilatê Idlibê kirin armanc, û di encamê de keçekê jiyana xwe ji dest da û her du birayên wê û 5 kesên din jî birîndar bûn, 4 ji wan zarok bûn,di encama topbarandina hêzên rêjîmê li ser taxên niştecihan li bajarê Erîhayê li gundewarê başûrê Idlibê.
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî tekez kir ku dubarebûna van tawanan ji aliyê rêjîma Esed û hevkar û alîgirên wê ve, rêbaza serederiya xwîndar û redkirina her rêyeke çareseriya siyasî û daxwazên navdewletî ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê nîşan dide, bi taybetî Daxuyanîya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku pêwîst e civaka navdewletî tedbîrên cidî û rasteqîn werbigire ji bo rawestandina tawanên Esed û sepandina fişarê li ser aliyên ku piştgiriya rêjîmê dikin ji bo tevlî pirosesa siyasî bibe û dosya hesabxwastinê aktîv bike li ser bingeha raportên belgekirî ên piştrast dikin ku wan bi hezaran tawanên li dijî mirovahiyê pêk anîne.
Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya rawestandina piştgiriya çekdarên PYDê yên terorîst kir ji ber berdewamiya pêkanîna wan ji binpêkirinên giran re li dijî sivîlan, nemaze bombebarankirina dubare, leşkerkirina zarokan û siyaseta tepeserkirin û stemkariyê li dijî xelkê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî