Girûpa Kar a Yasayê û Mafên Mirovan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, dê roja îna bê 29 mijdarê, bi amadebûna komek ji dadwer, mafnas, lêkolîner û çalakvanan, komxebatekê derbarê pêşxistina mîkanîzma zagonsaziyê li herêmên rizgarkirî li dar bixe.
Ev komxebat di bin sernavê: “Bandora Bicîanîna Pratîk a Zagonên Heyî… Astengî û Rêyên Çareseriyê” de ye, ku dê nivîsên zagonên tên cîbicîkirin û rola desthilata zagonsaz di bicîanîna dadmendî û serweriya yasyê de û çawaniya sepandina yasyaê di dadgehan de û cudahiyên di şîrovekirinê de werin nirxandin, û analîzeke rexneyî ji bicîanîna yasayên têkildar re were kirin.
Komxebat di heman demê de dê lêkolînê li ser kêşeyekê ku bi rastî pêk hatiye bike, û bandora bicîanîna madeya 263 a Yasaya Cezayê li ser kes û civakê binirxîne, û bi awayek rasterast li çîrok û serpêhatiyên kesên ku bandor li wan bûye guhdarî bike, û dûv re derîyê nîqaşeke giştî veke li ser serborên cuda yên bicîanîna madeya 263an, û kaxeza ku ji aliyê Girûpa Kar a Yasayê û Mafên Mirovan ve hatiye amadekirin were berçavkirin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî