Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî Bedir Cemûs bi tundî nerazîbûna xwe li hember biryara desthilata Libnanî ya dersînorkirina leşkerê Sûrî yê ji rêjîmê cuda bûye Emmar Sêrefî bo Sûriyê anî ziman, ku biryar e sibeha sêşemê were cîbicîkirin.
Cemûs tekez kir ku ev biryar binpêkirin e ji yasayên navdewletî û peymanên mafên mirovan û hemû biryarên navdewletî yên têkildarî penaberan li cîhanê re, û daxwaza parastina wî û vegera bilez ji biryara dersînorkirinê û misogerkirina rêzgirtina mafên hemû penaberên Sûrî yên li Libnanê kir.
Camûs daxwaz ji Rêvebirê Giştî yê Ewlekariya Giştî ya Libnanê, General Elias Bîsrî kir, ku biryara dersînorkirina leşkerê cudabûyî Emmar Sêrefî bo Sûriyê rawestîne, û berpirsiya tam da ser milê rayedarên libnanî di ber metirsiyên ku heye tûşî wan bibe wek girtin, îşkencekirin, û heta mirinê jî, dema wî bi darê zorê dersînor bikin.
Cemûs bang li hemû aliyên ereb û navdewletî kir ku tevbigerin û bi desthilatên Libnanî re danûstandinê bikin ji bo rawestandina biryara dersînorkirina bi darê zorê, û tekez kir ku cîbicîkirina biryarê tê wateya cezakirina wî bi darvekirinê, û ev yek dê bibe şokek ji malbat û dayika wî re, û bibe sedem ku nema hestê himiniya jiyanê li rex Sûriyên penaber li Libnanê peyda bibe.
Camûs got ku serbazê bi navê Emmar Sêrefî, di sala 2013an de ji hêzên Esed veqetiya û reviya Libnanê, piştî ku wî red kir ku hemwelatiyên xwe yên sûrî bikuje, û dît ku biryara dersînorkirina wî bi awayek neçarî şerm e ji desthilatên Libnanî re, yên ku çarenivîsa wî, eger mirin be jî, paşguh dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî