Sekreterê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehma, tedbîrên kotekî yên girtina penaberên Sûrî ji aliyê desthilatên ewlekarî yên Îraqî ve û şandina wan bo navçeyên di bin kontrola rêjîma Esed de, tevî ku belgeyên pêwîst ên mafê penaberî û parastin bi wan re hene, şermezar kirin.
Rehma îro Duşemê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e desthilatên Îraqî van biryaran careke din di bin çavan re derbas bikin, û Netewên Yekgirtî û rêkxistinên mafên mirovan destêwerdanê bikin ji bo rê li ber dersînorkirinê bigirin, ji ber ku ew kiryar bi awayekî rasterast dibin sedema gefê li ser jiyana wan kesan, çimkî wê ew kes bên dadgehkirin û sizadan ji ber ku rijêm her kesê ji Sûriyê ji ber mûşek û bermîlên wî yên teqîner baz daye, wek tawankar dibîne.
Rahma bal kişand ser ku bi dehan raporên pêbawer tekez kirine ku kesên bo herêmên di bin kontrola rêjîma Esed de hatine dersînorkirin, rastî girtin, îşkencekirin û tawanên li dijî mirovahiyê hatine, bi tenê ji ber ku ew ji welat derketine. Emîndarê Giştî herwiha tekez kir ku ew navçeyên di bin kontrola rêjîma Esed de bi ti awayî nikarin weke navçeyeke ewle ji bo vegerandina penaberan bên dîtin, ji ber ku rêjîma Esed heta niha jî bi awayekî hovane û zordarî serederiyê bi Sûriyan re dike.
Rehma hişyarî da ku hebûna Sûriyan li welatên curbicur ên penaberiyê ji neçarî ye, ji ber berdewamiya rijêma Esed di binpêkirinên li dijî Sûriyan de, ji ber têkçûna navdewletî di aktîvkirina mîkanîzma dadgehkirinê û cîbicîkirina çareseriyeke siyasî de ku daxwazên Sûriyan ên jiyaneke azad û rûmetdar û ewle pêk bîne.
Rahma nerazîbûna xwe li hember binpêkirinên dubare yên dijî Sûriyan li hin welatên mêvandar pêk tên nîşan da, û tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna wan welatan bi yasaya navdewletî kir, ya ku garantîyê dide ku mafên wan bên dabînkirin û neyên vegerandin di rewşên ku metirsî li ser jiyana wan hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî