Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd, daxuyaniyek derbarê revandina rojnamevan Rakan Ehmed ji aliyê girûpeke çekdar a ser bi milîsên PYDê yên terorîst ve belav kir, tê de tekez kir ku armanca vê siyaseta tirsandinê ew e, veşartina têkçûna siyasî û rêveberî ya vê partiyê.
Emîndariya Giştî di daxuyaniyekê de ragihand ku, êvariya roja Îna borî 29.03.2024, rojnamevan Rakan Ehmed, endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê, ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin.
Daxuyaniyê bal kişande ser wê yekê ku Ehmed piştî serdegirtina mala wî li bajarokê Girkê Lêgê yê ser bi Rimêlan ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin, û tekez kir ku ev operasyon berdewamiya kiryarên tirsandinê yên li dijî alîgir û hevalên Encumena Niştimaniya Kurdî ye, da ku têkçûna xwe ya siyasî û rêveberî veşêrin.
Encûmena Niştimanî ya Kurd bi tundî ev binpêkirinên li dijî mafên herî bingehîn ên mirovî li dijî welatiyan, hevalên encûmenê û alîgirên wê şermezar kirina, û bang li raya giştî, rêxistinên civakî û Hevpeymaniya Navdewletî kir da destwerdanê bikin ji bo rêgirtina li van binpêkirinên ku rojane bi riya êrîşên ser ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yên Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya û şewitandina kelûpelên wê, tevî ala û wêneyên sembolên kurdî, tên dubarekirin.
Her wiha daxwaza rawestandina lêkolînên rojane li gel malbatên xortên ku bûne Pêşmerge û gefxwarina li wan kir, û tekez kir ku ev kiryarên tirsandinê nikarin têkoşîna Encûmenê ya ji ji bo bidestxistina mafên kurdan li Sûriyê rawestînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî