Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehma, şermezarî diyar kir hember ku Komkara Erebî milîsên Hizbullah ji lîsteya girûpên terorîst derxistine û tekez kir ku ew pêngav xizmeta berjewendiyên welatên ereb ên ku derdê terorîstiya van milîsan û dûvikên wan li gelek welatan ne tenê li Sûriyê kişandine nake.
Emîndarê Giştî di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir xistina milîsên Hizbullah di lîsteya rêxistinên terrorist de ji ber wê yekê ye ku van milîsan tawanên mezhebî yên hovane li dijî sivîlan pêk anîne, di nav de zarok, jin û kal û pîr. Û got ku ev tawan ji aliyê rêxistinên mafnasî yên navneteweyî ve hatine belgekirin û ne pêkan e çav ji wan bê girtin an bên jibîrkirin.
Rehma bal kişand ser ku milîsên Hizbullah ên terorîst beşdarî di operasiyonên terorîstî de li derveyî sînorên Libnanê bi taybetî li welatên kendavê û welatên ewropî û rojavayî kirine û ew destekekî leşkerî yê Îranê ye li welatên Ereb. Û ew berpirsa sereke ye di ber rewşa xerab a ku Libnanê gihîştiyê, çi li ser asta siyasî, aborî û heta civakî be, ji bilî tawanên ku van milîsan li Sûriyê bi dirêjahiya 13 salan pêk anîne.
Rehma diyar kir ku çênabe gera Komkara Erebî li çareseriyan ji rewşa dijwar a herêmê re bi rêya nêzîkbûna ji milîsên Hizbullah a terorîst û dîtina behaneyan ji tawanên wê re be, lê belê gereke bi riya dîtina helwesteke Erebî ya yekgirtî re be, ya van tawanan hemûyan û serederiya bi tawankaran re red dike û piştgirî û alîkarîyê dide bindestên ku bi rastî hewl didin van mîlîsan ji holê rakin û aramîyê vegerînin welatên xwe û herêmê û têkiliyên Erebî yên berê vegerînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî