Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra civînek online bi çalakvan û mafnasên ku pêwendîyên wan ên berfireh bi penaberên Sûrî yên ji iyaleta Qeyserî ya Tirkîyê re hene li dar xist û bi wan re pêşhatên dawî û hewcedariyên bilez ji bo dabînkirina ewlehî û aramiyê ji wan re gotûbêj kirin.
Di civînê de hevrêzkar û endamên Girûpa Karûbarê Penaber û Koçberan a Hevbendiyê amade bûn.
Beşdaran li hev kirin ku ji bo şopandina pêşhatên bûyeran li iyaletê û çareserkirina wan di dema rûdana wan de, odeyeke rewşên awarte saz kirin ji bo şaopandina rewşa kesên ziyan gihaye wan û dabînkirina hewcedariyên wan ên lezgîn û gihandina deng û daxwaz û temîniyên wan ji rayedarên pêwendîdar ên hikûmeta Tirkiyê re, ji bo dabînkirina ewlehî û sexlemiya wan.
Al-Bahra bi tundî helmetên sorkirinê û belavkirina gotara nefretê yên ku ji hêla hin nijadperestan ve têne kirin şermezar kirin, û cextî li ser giringiya xwegirtinê û nehiştina dûvçûna vî rengê gotarê ku armanca wan têkdana ewlehî û aramiyê ye kir. Û ji beşdaren re rola ku Hevbendî pê radibe ji bo parastina ewlehî û aramiyê ji hemwelatîyan û penaberên li Tirkiyê niştecî ne re şirove kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî