Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi tundî êrîşa berberî ya hovane li ser xwenîşanderên aştiyane ya duh, duşemê, li bajarê Qamişlo şermezar kir, û milîsên PYDê yên terorîst di ber vê êrîşê de berpirsyar dîtin.
Di daxuyaniyekê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd destnîşan kir ku ev êrîş derewbûna gotara milîsên PYDê yên terorîst a derbarê nirxên demokrasîyê û parastina mafên mirovan diyar dike, û daxwaz ji çalakvaniyên civakê û hemû pêkhate û rêxistinên navdewletî û yasayî yên peywendîdar, bi taybet Netewên Yekbûyî û yên Amerîkayê kir ku vê tawana li dijî xwepêşanderên aştiyane û Encûmena Niştimanî ya Kurdî protesto bikin û sînorekî deynin ji kiryarên terorîstî yên van milîsan re ên li dijî azadiya çalakiyên siyasî yên aştiyane yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî.
Encûmenê bal kişand ser wê yekê ku milîsên PYDê yên terorîst duh, duşemê, rê girtin li ber xwepêşandanên aştiyane yên ji bo şermezarkirina berdewamiya revandina 15 endamên Encûmenê ji aliyê van milîsan ve bû, ku mêr û jin û endamên Encûmenê di nav wan de hebûn, li ber baregeha Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo, ku Rojnamevanên mêr û jin jî di nav wan girtiyan de hene û hinek ji wan zêdetirî 3 mehan e girtî ne, bêyî ku agahî derbarê çarenivîsa wan û cihê wan hebe.
Encûmenê got ku milîsên PYDê yên terorîst cihê kombûnê girt û nehiştin ku xwepêşander bigihêjin cihê mangirtinê, ku piştre xwepêşanderan biryar da ku cihê kombûnê veguhêzin pêşiya baregeha Emîndariya Giştî ya Encumenê li Taxa Siyahî.
Encumena Niştimanî ya Kurdî diyar kir ku dema xwepêşanderên aştiyane kom dibûn, bi dehan çekdarên PYDê yên terorîst êrîşî xwepêşanderan kirin, û bi tundî bi dar û keviran li wan xistin, û di encamê de bêtir ji sîh kesî birîndar bû, birînên hinan ji wan giran e, di nav wan de zarok û jin jî hebûn, û wan milîsan sloganên piştgirîkirina rêxistina PKK’ê ya terrorist diogtin, û bêtirî bîst alîgir û endamên Encûmenê revandin, endamên Serokatiya Encumenê û Serokê encuman jî, û hin jinên ji malbatên girtiyan di nav wan de hebûn û piştî çend se’etan hatin berdan.
Encûmen diyar kir ku zêdetir ji deh otombîlên sivîlan li taxa ku baregehên Encûmenê lê ye, ji aliyê van milîsan ve hatin têkbirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî