Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tawankariya hêzên Rûsî ya bombebarankirina Nexweşxaneya Zarokan a Axmedet ya dermankirina penceşêrê, nexweşiyên xwînê û yên demdirêj li paytexta Ukraynayê Kîev şermezar kir.
Rehma roja çarşemê got: “Careke din, hêzên Rûsî tawaneke hovane pêk anîn, mîna tawanên ku li Sûrîyê pêk tîne, bi bombebarankirina nexweşxaneyan û armanckirina bi mebest ji cihên hestyar û qerebalix re û ev tawanên cengê ne.”
Û got: “Rûsya xema wê yekê naxwe ku tiştê dike tawaneke cengê ye, ji ber ku wê û rêjîma Esed û Îranê bi hezaran tawan li dijî miletê Sûriyê pêk anîne ku hemû bê ceza derbaz bûn, ku bû handan jê re û tawanên bêhtir pêk anîn.”
Rahma tekez kir ku pêwîst e cîhan îro helwestek tund ji bo parastina sivîlan nîşan bide, nemaze di dema ku komkujiyên hovane li Sûriye, Filistîn, Ukrayna û Sûdanê tên pêk anîn, û hevxemiya xwe li gel qurbaniyên bêguneh ên li her deverê diyar kir.
Li paytexta Ukraynayê, Kîev, duhî, Duşemê, êrîşeke tund a rûsî dijî çend deveran hat pêkanîn û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn ku êrîşa herî trajîdî ya li dijî Nexweşxana Axmedet a zarokan bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî