Di 29mîn salvegera “jenosîda” li Srebrenica ya Bosnayê de, Heysem Rehma, emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî got: Tawanên jenosîdê li dijî bindestan li cihên curbicur ên cîhanê dubare dibin ji ber civaka navdewletî nikare sivîlan biparêze.
Rahma her wiha got: “Tevaya cîhanê li tawanên hovane yên li dijî mirovên bêguneh li Sûriye, Filistîn (Xezze), Sûdan û Ukraynayê temaşe dike, bêyî girtina tedbîrên pêwîst, û ev yek dihêle qurbanî bêhêvî bibin.”
Rehmê tekez kir ku divê civaka navdewletî kar bike ji bo dîtina mîkanîzmayên bibandor ji bo hesabdîtinê hember tawanên qirkirinê û tawanên cengê, bi taybetî yên ku rêjîma Esed li Sûriyê û Israîla dagîrker li Gazayê pêk anîne.
Û tekez kir ku rewşa rizgarbûna ji cezayan li seranserê cîhanê tundûtûjiya tawankaran li dijî mirovên bêguneh bihêztir dike, û divê cîhan tevbigere ji bo çesipandina şiyana xwe ya dabînkirina dadmendiyê ji qurbaniyan re li deverên pevçûnan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî