Îro şemiyê, Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, komkujiya hovane ya hêzên Israîla dagîrker li kampa Nuseyrat li Gazayê pêk aniye şermezar kir, ku tê de zêdetir ji 200 sivîlên filistînî şehîd bûn, bi dehan zarok di nav wan de hebûn, bi bombebarankirina tund li ser dibistaneke UNRWA ya kesên bêwar, her weha li ser bazara kampê û deverên ku hejmarek mezin ji xelkê lê hebûn.
Rahma got ku divê civaka navdewletî tevbigere ji bo rawestandina tawanên Israîlê, û mekanîzmayên cidî ji bo parastina sivîlan bibînin, nemaze piştî ku dagîrker biryara Encûmena Ewlekariyê ya ku daxwaza rawestandina yekser ya şer dike her weha fermana Dadgeha Edaletê ji bo rawestandina şer û êrîşa li ser Refahê paşguh kirin, û tedbîrên lezgîn ji bo pêşîgirtina li kiryarên “jenosîdê” û başkirina rewşa mirovî li xezayê neşopandin.
Rahma tekez kir ku nekarîna civaka navdewletî ji bo çareserkirina nakokî û qeyranan li navçeyên seranserê cîhanê, hişt ku gelek alî hovîtiyeke zêde bikar bînin, cudahiyê nexin navbera armancên sivîl û yên leşkerî, û binpêkirinên mafên mirovan bi awayên herî tund û bêyî ti rêgiriyek rastîn bisepînin.
Emîndarê giştî piştgiriya gelê Sûriyê ji birayên wan ên filistînî re di vê derdeseriya dijwar de nîşan da, û daxwaz kir ku aşitî li seranserî cîhanê peyda bibe bi awayekî ku dadmendiyê ji malbat û qurbaniyan re dabîn bike û bi daxwazên wan ên rewa yên azadî û serxwebûnê bicî bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî