Milîsên PYDê yên terorîst duh, yekşemê, ciwanekî sivîl ji gundê Dernajê li gundewarê parêzgeha Dêrazorê kuşt, piştî binçavkirin, îşkencekirin û piştre gulebarankirina wî, ku bû sedema hêrs û nerazîbûnên berfireh li herêmê.
Medya û torên xwecihî ragihandin ku çekdarên PYDê yên terorîst ciwanê bi navê ‘Ala Xidir El-Duxmûş piştî îşkencekirinê kuşt û termê wî avêt cihekî nêzîkî gundê Dernajê.
Karvedana gundiyan bi girtina rêyan û xwepêşandanên li dijî milîsên PYDê yên terrorist bû, û daxwaza derketina van milîsan ji deverên xwe û rawestandina tawanên li dijî sivîlan kirin.
Her weha milîsên PYDê yên terrorist, nîvê şeva şemiyê, endamê Encumena Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, Xalid Mîro, ji mala wî ya li bajarê Dêrikê li gundewarê Hesekê revand.
Emîndarê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasît Ebdulletîf, matmayîna xwe diyar kir hember berdewamiya wergirtina milîsên PYDê ji piştgiriyê re ji aliyên navneteweyî tevlî van tawanên ku dijî nişteciyên navçeyên rojhilatê Firatê pêk tînin.
Û bal kişand ser ko danîna sînorrekî ji van milîsan re û rawestandina tawanên wan ên li dijî sivîlan bi ti aloziyên herêmî û navdewletî ve ne girêdayî ye, ya ku hin alî dikin behane dema ku daxwaza rawestandina tawanên berdewam ên rêjîma Esed li dijî gelê Sûriyê ji 13 salan de dikin.
Ebdulletîf tekezî li ser pêwîstiya hilgirtina berpirsiyariyê ji bo parastina sivîlan, rawestandina guhnedana jiyana wan, û dawîanîna li piştgiriya van milîsên hov kir.