Saturday, May 24, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinan civîna xwe ya asayî li Cinêvê lidar dixe û pêşhatên siyasî gotûbêj dike

June 11, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Danûstandinan civîna xwe ya asayî li Cinêvê lidar dixe û pêşhatên siyasî gotûbêj dike

Komîteya danûstandinan a Sûriyê, civîna xwe ya asayî di rojên deh û yanzdeh ji heyva hezîrana 2024an de li Cinêvê bi beşdariyeke niştimanî ya berfireh piştî vexwendina rêxistinên civaka sivîl ji hundir û derveyî Sûriyê lidar xist, û hejmarek mijarên dosya Sûriyê û rêyên vejandina pêvajoya siyasî gotûbêj kirin.

Di rûniştina yekem de hevdîtin bi nûnerê navdewletî yê dosya Sûriyê Geir Pedersen re pêk hat û tê de hemû pêşhatên proseya siyasî û gelek kêşeyên ku rûbirûyê wê dibin hatin gotûbêjkirin, û civîneke vekirî ligel şandên welatan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li dar ket her weha gotûbêj li ser mijarên curbicur ên îdarî û karê komîteyên desteya danustandinan hatin kirin.

Desteyê di danişîna diyalogê ligel nûnerên hejmareke welatan a bi amadebûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl de, tekez kir ku, çareserî li Sûriyê ji derveyî çarçoveya cîbicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî çênabe, û her kesê ku bixwaze kêşeyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê çareser bike wê encamên wê neyînî lê vegerin.

Desteya Danûstandinan a Sûriyê daxwaza lidarxistina civîneke taybet ji Encûmena Ewlekariyê kir ji bo gotûbêjkirina astengiyên li pêşiya cîbicîkirina biryara 2254 bi hemû bendên wê ve, û tekez kir ku biryara navborî şêwazê rewa ye ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ya berdewam li Sûriyê.

Komîsyonê hişyarî da li ser pêwîstiya ku rê nedin rêjîma Esed ji bo sûdê ji pirsa penaberan û prosesa başbûna zû bo bercewendiyên xwe yên siyasî werbigire, û diyar kir tirsa xelkê ji hêzên ewlekarî yên rêjîma Esed, astenga sereke ye li pêşiya vegera Sûriyan. Herwiha daxwaza pabendbûna bi parastina mafên penaber û awareyan kir, û dabînkirina pêwîstiyên wan ên mirovî û rawestandina binpêkirinên dijî wan pêk tên ji bo wan neçar bikin ku vegerin wan deverên ne ewle.

Desteyê pêşwazî li bizavên ku hewcedariyên gelê Sûriyê pêk tînin kir, û amaje kir ku dive rê neyê dan ji rijêmê re ku dosya sûriyê têxe xizmeta xwe ya siyasî de, û diyar kir takerêya gihiştina qonaxa başbûna zû bi hebûna nirxandina metirsiyan bi awayekî bêalî û dabînkirina garantiyan ji bo pêkanîna hevsengiyê û dadmendiya dabeşkirinê ye.

Komîsyonê di civînên xwe de bal kişand ser jîngeha ewle û bêalî û da zanîn ku divê ew ji aliyê desteya rêveberî ya veguhêz ve bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî were avakirin û bang li civaka navdewletî jî kir ku piştgiriyê bide saziyên Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî dosyayê girtî û kesên bi darê zorê hatine windakirin, ji ber ku dosyaya girtiyan ji bo Sûriyan pirsgirêka herî lezgîn e û çênabe were paşguhkirin an jî jibîrkirin.

Komîsyonê amaje bi dosyaya perwerdeyê li Sûriyê kir û diyar kir ku ew yek ji dosyayên herî girîng ên ku paşerojeke nû ji Sûriyê re garantî dike, bang li welatên dost û Neteweyên Yekbûyî kir ku girîngiyê bidin vê dosyayê û komîteyekê ji bo çavdêriyê ava bikin û piştgiriya xwe ji bo xebatên ku tên kirin ji bo geşkirina perwerdeya baş ji bo hemû xwendekarên sûrî nîşan da.

Komîteya Danûstandinan redkirina xwe diyar kir ji hilbijartinên fermî yên ku ji aliyê rêjîmê ve li herêmên di bin kontirola wê de, û her weha hilbijartinên ku ji aliyê desthilatdarên defakto ve li rojhilatê Firatê hatine xwestin, ji ber ku ew ne li ser bingeha rewaya yasayî ne, tevya Sûriyê û ne jî hemû gelê wê li xwe nagire, û jihevcudakirina desthilatan a bêalî tê de tune ye, û ne li gor destûrekê ye û çavdêriya navdewletî jî tune ye.

Desteyê hevxemiya xwe bi gelê Filistînê re da xuyakirin, ku ew karibin mafên xwe yên rewa bi dest bixin, dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, biryarên navneteweyî yên pêwendîdar bi cih bînin û êş û azarên wan bi bidawî bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Encûmena Niştimanî ya Kurdî girtina jinan ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve şermezar dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî girtina jinan ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve şermezar dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.