Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma pêşwazî li daxuyaniyên Wezareta Derve ya Ukraynayê derbarê Sûriyê de, ku rewşa Sûriyê bi awayek giring salix daye, kir.
Rehma tişta ku Wezareta Derve diyar kiriye tekez kir, wek pêwîstiya rizgarbûna gelê Sûriyê bi hemû pêkhate, mezheb û çandên xwe ve xwe ji bindestiya siyasî, stemkarî û terorê, û amaje kir ku Hevbendî kar ji bo wê hêviya sûriyan dike, piştî ku bi dehên salan di bin desthilata zordar ya rêjîma Esed de mane, û bi salan e di bin tundûtûjî û kuştinê de ne, bi hevkarîya ligel rejîma dîktator û Rûsya û Îranê, ji sala 2011 de heta niha.
Rehma bal kişand ser wê yekê ku hêzên diktator hem li Sûriyê hem jî li Ukraynayê ji bo armancên hovane û dijî gelan heman tawan pêk anîn û ev yek bû sedema krîz û tirsê li ser asta navdewletî.
Emîndarê giştî tekezî li ser pêwîstiya karekî hevbeş kir ji bo pêkanîna dadweriyê û sizadana tawanbarên ku tawanên cengê li Sûriyê û Ukraynayê pêk anîne, û anîna wan bo dadgehên navdewletî ji bo dabînkirina edaletê ji qurbaniyan re li Sûriyê, divê daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 were cîbicîkirin û welatên cîhanê piştgiriya vê biryarê bikin û daxwazên Sûriyê yên ji bo azadî û demokrasiyê pêk bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî