Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, hişyarî da ji zêdebûna metirsiya milîsên Îranê li parêzgeha Dêrezorê bi taybetî û navçeyên Sûriyê bi giştî.
Rehma îro Înê di daxuyaniyekê de got: “Milîsên Îranî ji bo guhertina nasnameya çandî û olî ya gelê Sûriyê kar dikin, bi rêya ku bihêlin hejmarek ji xelkê baweriyên xwe yên mezhebî biguherînin hember bidestxistina alîkariyên mirovî û hêsankariyên giştî, û xizaniya xelkê û xirabûna rewşa jiyanê wek derfet ji xwe re bikar tînin, her wiha binpêkirinên berdewam li dijî xelkê bi riya kuştin û girtinê bi taybetî li parêzgeha Dêrezorê pêk tînin.”
Her weha got: Kiryarên milîsên Îranî yên hevparên rejîma Esed, gef in ji hevgirtina civaka Sûriyê re û dubendiyê di navbera pêkhateyên welat de kûr dikin, û ev kiryar binpêkirin e ji yasayên navdewletî re, û armanc jê xizmetkirina terorîstên Îranê ye ên dixwazin kontrola xwe berfirehtir bikin û projeya xwe ya siyasî bi riya belavkirina Şîetiyê re li welatên Ereban bicî bîne.”
Rehma tekez kir ku rêjîma Esed tevaya berpirsyariyê hildigire di ber anîna metirsiya Îranî bo Sûriyê, ji ber ku milîsên Îranî ên ji neteweyên cuda bi hevkarîya ligel rêjîmê bûne xwedan bandor li Sûriyê, û bûne sedem ku herêmên Sûriyê bên armanckirin ji ber bikaranîna navendên sivîl ji karên leşkerî yên terorîstî re, û welat bo hinartina qeyranan bo welatên derdor û cîhanê bikar anîn, û kirîz û tawan li ser asta xwecihî zêde kirin.
Û bal kişand ser ku ev destwerdanên cihê şermezarkirinê yên metirsîdar hevdem in ligel berdewamiya destwerdana leşkerî ji bo berjewendiya rêjîma Esed û pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê dermafê gelê Sûriyê ji salên borî de û heta niha, bi rêya alîkirina rêjîma Esed di hilberîna balafirên bêpîlot ên xwekujî de, dabînkirina pisporîyê jê re, ji bo bombebarankirina navçeyên rizgarkirî yên Sûriyê, her weha deverên li biyabana Dêrezorê, ku hema hema rojane niştecî rastî kuştin, revandin û girtinê li ser destê milîsên Îranê tên.
Sekreterê Giştî daxwaza avêtina gavên cidî kir ji bo rawestandina destwerdana Îranê di Sûriyê de, û sizdana Îranê li ser tawanên wê, û karkirina ji bo lawazkirin û derxistina van milîsan ji welêt, ji bo parastina aştî û ewlehiya navdewletî, û tekezî li ser pêwîstiya şopandina civaka navdewletî ji erkên xwe yên yasayî û mirovî re kir, di riya cîbicîkirina biryarên 2254 û 2118 bi temamî re, wek rêxweşkirinê ji bo vegere Sûriyê bo nav derdora xwe, bi awayekî ku nasnameya xwe ya erebî û çandî biparêze û bi awayekî erênî beşdariyê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî