Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, êrîşa terorîstî ya bi rêya otombîleke bombekirî li bazara bajarê Ezazê li gundewarê Helebê yê bakur di nîvê şeva yekşemê de, û di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin (bi kêmanî du zarok û jinek di nav de hebûn) û birîndarkirina hejmareke din, û ziyan giheşte gelek dukan, mal û hin otombîlan şermezar dike, û tekez dike ku ev operasyonên terorîstî giringiya karê ji bo rûbirûbûna milîsên terorîst û dadgehkirina tawankarên ku ev êrîşa hovane pêk anîne û dadgehkirina wan ji bo cezakirina wan bi awayekî adilane zêde dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko hêzên ewlekarîyê û polîs dê tiştê ji wan were bikin ji bo parastina ewlehî û aramiya navçeyên rizgarkirî û parastina asayîş û saxlemiya sivîlan, û cext dike ku hebûn û belavbûna rêxistinên terorîst li seranserî Sûriyê bi sedema rêjîma Esed e, ku Sûriya ji wan re kir jîngeheke guncav, her weha tekez dike ku gihandina Sûriyê bo ewlehiyê bi rêya çareseriyeke siyasî ya berfereh bi rêya cîbicîkirina tam û tund ji biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar, bi taybetî biryarên 2118 (2013) û 2254 (2015) berpirsiyariyeke navdewletî ye.
Hevbendiya Niştimanî rawestana xwe li kêleka xelkê bajarê Ezazê û malbatên şehîdan ên di van şert û mercên dijwar de dijîn nîşan dide, û sersaxiya xizm, heval û malbatên şehîdên ku bûne qurbaniyên bombebarana terorîstî û tevaya gelê Sûriyê dike, û hêviya saxbûnê ji birîndaran re dixwaze.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
31 adar 2024