Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ehmed Bekûra, hişyarî da der barê ku hin welatên Ewropî, ji wan Nemsa û Danîmarka, deverin Sûriyê wek deverên ewle ragihînin, bi armanca vegerandina penaberên Sûriyê bo wan deveran bi darê zorê.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku Netewên Yekgirtî û Almanya hemû navçeyên Sûriyê weke “ne ewle” binav kirine, û tekez kir ku vegerandina bi zorê ya penaberên Sûriyê binpêkirineke eşkere ye ji yasayên navdewletî re, di nav de jî peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1951ê ya derbarê rewşa penaberan û Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û yên Siyasî.
Bekûra hişyarî da ku li gorî raporên mafên mirovan, vegerandina penaberan di dema niha de dibe ku wan bike ber metirsiyên cidî yên wekî girtina kotekî, windakirina bi zorê û îşkenceyê. Û gotinên şanderê Ewropî ji bo Sûriyê Dan Stonescu ê ku dilgiraniya xwe anîbû ziman li ser xwesteka ciwanên sûrî ji bo koçkirina ber bi Ewropayê ve di bîr anîn, û tekezî li ser giringiya çareserkirina sedemên bingehîn ên tiştên ku li Sûriyê diqewimin û wergirtina helwêsteke avaker kir, ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde.
Bekûra anî ziman ku ewlehî ne tenê têgeheke siyasî ye, divê ew bi awayekî piratîk li ser xakê hebe. Û diyar kir ku ev salixdan niha ne guncav e ji rewşa Sûriyeyê re.
Û bang li civaka navdewletî kir ku erkên parastina penaberan û dabînkirina vegera wan ya bi awayek ewle û dilxwazî bigire ser milê xwe, û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina yasayên navdewletî û mafên mirovan û karkirina ji bo cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ji bo gihiştina veguhestina siyasî li Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî