Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi helkefta hatina sala nû ya babilî-aşûrî (Akîtu) di 1ê Nîsanê de, dawiya sala 6773 û destpêka sala 6774an de, li Aşûriyên Sûriyê û yên li seranserê cîhanê pîroz dike.
Cejna Akîto cejna hêviya hatina biharê li welatê me ye, bihara rizgariyê û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê ji bo azadî, dadmendî û demokrasiyê, bihara yekîtî û hevpariya niştimanî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de, û parastina pêkhateya civaka Sûriyê û jiyana hevbeş di nav Sûriyan de bi pêkhateyên wan ên çandî, olî û civakî yên cuda ve.
Hevbendiya Niştimanî vê cejnê li hemû Sûriyan pîroz dike, bi hêviya ku ew sala bê li me hemûyan vegere û gelê Sûriyê di welatê xwe de li hev civiyayî bin, ji bindestî û stemkariyê rizgar bûbin, di bin siya azadî û demokrasîyê de di rewşa hemwelatîbûna wekhev de biserketî bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
01 nîsan 2024