Hevrêzkarê Desteya Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulehed Stêfo, diyar kir ku her pêngavek ji aliyê Netewên Yekbûyî ve ji bo derfetê bide rêjîma Esed da ji sizayên navdewletî yên li ser wê hatine sepandin bireve, gaveke neyînî û li ser rêya şaş e.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Stêfo rexne li pêngavên Netewên Yekgirtî yên ji bo damezrandina sindoqeke taybet kir, ew sindoqa derfetê dide alîkariyên ku niha nikarin bên pêşkêşkirin ji ber sizayên Amerîka û welatên rojavayî yên li ser rêjîmê hatine sepandin.
Stêfo tekez kir ko Rêjîma Esed ne cihê baweriyê ye di warê alîkariyên mirovî an bernameyên ji bo kêmkirina derd û azarên Sûriyan de, û tekez kir ko rijêm sedema serekî ye ji her tiştê ko îro tê serê Sûrîyan, û ew berdewam e di tawanên xwe yên li dijî wan de, li gorî amarên torên pêbawer ên mafên mirovan li Netewên Yekgirtî nîşan didin, ji bilî ku rejîm alîkariyan didize û wan ji bo hêzên xwe yên leşkerî li dijî sivîlan bikar tîne.
Stêfo amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste karekî siyasî yê bibandor ji aliyê Netewên Yekgirtî ve were kirin, ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî