Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, dît ku rêjîma Esed berpirs e di ber bombebarankirina Israîla dagirker ji navçeyên curbicur ên Sûriyê re, di nav de Şama paytext.
Rehma roja çarşemê di daxwiyaniyekê de got: “Rejîma Esed sivîlan wek mertalên zindî bikar tîne û rê dide milîsên Îranî ku xwe li deverên sivîlan bi cih bikin.”
Her weha got: “Ev hêsankarîyên ji aliyê rêjîma Esed ve ji bo milîsên mezhebî, wê dike hevpara Israîla dagîrker di bombebarankirina navçeyên Sûriyê de.”
Rehma bal kişand ser wê yekê ku piştî rêjîma Esed bi piştgiriya hevalbendên xwe bi çekên curbicur di şerê xwe yê li dijî Sûriyan de Sûriyê wêran kir, niha beşeke din ji Sûriyê dide ber bombebaran û wêrankirinê, û tekez kir ku rêjîma Esed li Sûriyê kar ji bo mana endamên rêjîma xwe li ser desthilatê dixebite ne ji bo Sûriyê wek dewlet û gel.
Hêjayî gotinê ye ku Israîla dagirker duhî, duşemê, taxa Mezê ya Şamê bombebaran kir, û amar nîşan didin ku ji 7ê cotmeha 2023an de heta niha, zêdetir ji 150 êrîşên Israîlê li ser xaka Sûriyê pêk hatine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî