Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re serdana encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê li parêzgeha Hesekê kir û bi serokê encumenê Mihemed Elî Hemze û endamên meclîsê re civiya.
Sekreterê desteya siyasî Ebdilbaset Ebdulletîf û endamên desteya siyasî Behcet el-Etasî û Mihemed Elî Îsa û endamê desteya giştî Hisên El-Re’ad bi Serokê Hevbendiya Niştimanî re amade bûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî û şanda pê re, guh dan axaftineke berfireh a serokê encûmena xwecihî û endamên encumenê ku derbarê rewşa xizmetguzariyê û rastiya rewşa jiyanê li bajêr bû her weha pêdawîstiyên encûmenê û zehmetiyên li ber karê wê.
Serokê Encûmenê û rêveberên ofîsên xizmetgozariyê behsa lawazbûna şiyanê û kêmbûna çavkaniyên darayî ji bo cîbicîkirina erkên li ser milê Encûmenê, bi taybetî di warên tenduristî, perwerde û çandiniyê de, kirin.
Rêveberê Ofîsa Çandiniyê bal kişand ser wê yekê ku makîneyên çandiniyê yên ku li herêmê hene têrê nakin, û kêmbûna sotemeniyê jî ku di demên dawî de bi enerjiya rojê hatiye guhertin.
Wî bal kişand ser kêmbûna bazirganiya bi berhemên çandiniyê, ji bilî ku cotkar nikarin bihayên guncaw ji berhemên xwe re peyda bikin.
Paşê, behsa ketwarê perwerdehiyê hate kirin, ku di encama şiyanên kêm de derdên wan hene, ji ber zêdetirî 18,000 xwendekar heye û tenê 148 dibistan hene.
Endamên meclisa xwecihî behsa girîngiya vekirina zanîngehekê li herêmê kirin, da ku xwendekar li şûna ku biçin bajarê Hesekê, li wir xwendina xwe temam bikin.
Her wiha endamên encumenê behsa rewşa pizîşkî ya zehmet kirin, ji ber kêmbûna pizîşkan û kadroyên pizîşkî yên ku di sektora pizîşkî de li herêmê kar dikin, û tekez kirin ku pizîşkên hin nexweşiyan yek car li deverê tunene wek taybetmendên çavan û nexweşiyên jinan.
Endamên Encûmenê daxwaz ji şanda Hevbendiya Niştimanî kir ku ji bo peydakirin û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ji bo baştirkirina rewşa pizîşkî, perwerdehî û çandiniyê li herêmê kar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî