Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hadî El-Behra û şanda pê re, li bajarê Girê Spî li parêzgeha Reqayê, civînek bi nûnerên sazî û çalakvanên sivîl û sazî û kesayetên civakî û çandî û Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî re li dar xist, bi wan re li ser giringtirîn pêşhatên meydanî û siyasî di dosya Sûriyê de axivî, û behsa pêdiviyên bajêr kirin.
Sekreterê desteya siyasî Ebdilbaset Ebdulletîf û endamên desteya siyasî Behcet El-Etasî û Mihemed Elî Îsa û endamên desteya giştî Hisên El-Re’ad û Mihemed El-Hemdo li gel Serokê Hevbendiya Niştimanî amade bûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, kurte şiroveyek siyasî li ser encamên civînên Hevbendiya Niştimanî bi şandên navdewletî re, pêşhatên piroseya siyasî, her weha bandora qeyranên herêmî û navdewletî li ser dosya Sûriyê pêşkêş kir.
El-Behra tekez kir ku ti hewlên navdewletî yên cidî ji bo rûbirûbûna dosya Sûriyê nînin, û tekez kir ku pêkanîna çareseriya siyasî li gorî biryarên navdewletî, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, karin çareseriyekê ji bo pirsgirêka mirovî li Sûriyê pêk bînin, pêlên penaberiya ber bi welatên Yekîtiya Ewropî de rawestînin û ewlehî û aramiyê li herêmê vegerînin.
El-Behra li ser pêwîstiya berdewamiya xebata ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî û mercên jiyanê li navçeyên rizgarkirî, gerandina çerxa aboriyê û anîna veberhêneran bo herêmê rawestiya, û tekezî li ser giringiya hevgirtinê û bihêzkirina hevkariyê ji bo guhertina ketwara Sûriyê û sepandina çareseriya siyasî kir.
Ji aliyê xwe ve nûnerên sazî û çalakvaniyên sivîl, civakî û çandî li bajarê Girê Spî, behsa wan zehmetiyên abûrî yên ku dikevin riya wan de kirin, û daxwaza alîkariyê kirin ji bo dabînkirina makîneyên çandiniyê û peydakirina tovên guncaw û bihêzkirina hevkariyê bi wezareta çandiniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re.
Û tekezî li ser giringiya alîkariyê di warê hinardekirinê de û kêmkirina xercên veguhestina baran kirin, her weha nehêlin bazirgan keysê ji cotkaran bînin û nirxekî aqlane ji genin re deynin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî