Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şanda pê re, civînek bi nûnerên sazî û çalakvaniyên sivîl, civakî û çandî re li bajarê Serê Kaniyê li parêzgeha Hesekê li dar xist, û behsa giringtirîn pêşhatên meydanî û siyasî di dosyeya Sûriyê de û pêdiviyên bajêr kirin.
Sekreterê desteya siyasî Ebdilbaset Ebdulletîf û endamên desteya siyasî Behcet el-Etasî û Mihemed Elî Îsa û endamê desteya giştî Hisên Elre’ad hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî di serdanê de kirin.
Şande li pêşkeftina kar li derwazê sînorî yê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê ku bi fermî hatiye vekirin temaşe kir, û bi rêveberê derwaz Dr. Ehmed Bulad û rêvebirên ofîsên dergeh re hevdîtin pêk anî û li ser rêyên pêşxistina kar û vejandina rewşa aborî rawestiyan, û behsa zehmetî û kêşeyên li pêşiya karê dergeh û deverê bi giştî di dema nebûna alîkariyên mirovî li herêmê û kêmbûna asta xizmetguzariyên mirovî kirin.
Piştre serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, li navenda çandî ya bajêr, li pêş girseyek çalakvanên sivîl û yên çandî û civakî, şiroveyek siyasî pêşkêş kir, tê de behsa rastiya rewşa Sûriyê û bandora wê li ser bûyerên herêmê û hewlên cemidandina dosya siyasî û dirêjkirina azarên Sûriyan, her weha rewşa penaberên Sûrî, bi taybetî li Libnanê, kir.
El-Behra tekezî li ser giringiya zêdekirina hevkarî, hevahengî û hevgirtinê ji bo amadebûna ji guhertinên tên re û karkirina ji bo çûna ber bi qonaxa berhemdanê û handana li ser veberhênanê ji bo geşkirina tevgera abûrî kir.
Kesên amade li ser rewşa dezgeh û saziyên xizmetguzariyê li bajarê Serê Kaniyê axivîn, ku ji ber sizayên li ser herêmê di rewşin dijwar re derbas dibe, û rêxistinên mirovî û alîkariyê nikarin li wir kar bikin, bi taybetî di sektora tenduristî û perwerdehiyê de, ku tenê nexweşxaneyek nexweşiyên jinan heye, û piraniya nexweşan diçin bajarê Girê Spî.
Di civînê de amadebûyan behsa rewşa aborî ya herêmê kirin, ku ji ber kêmbûna nirxê genim li herêmê derdekî giran dikşînin, ji ber ku xelkê herêmê bi çandiniyê ve girêdayî ne, her weha peydanebûna dermanan û hawirdekirina cureyên semada nebaş.
Beşdaran tekezî li ser pêwîstiya parastina tovên Sûrî ku yek ji baştirîn cureyên tovên cîhanê ne kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî