Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra duh çarşemê, li Enqereya paytexta Tirkiyê, bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya, di civînê de pêşhatên dawî yên meydanî û rewşa siyasî li Sûriyê her weha pêşhatên siyasî yên bandorê li dosyaya Sûriyê dikin gotûbêj kirin.
Di civînê de Serokê Desteya Danûstandinan a Sûriyê Bedir Cemûs û Serokwezîrê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mistefa amade bûn.
Di hevdîtinê de, El-Behra tekezî li ser dîtina Hevbendiya Niştimanî ya ji bo çareseriyeke dadmend û berdewam li Sûriyê kir, û tekez kir ku ew di wê baweriyê de ye ku ewlehî û aramiya berdewam û aştî û daxwazên Sûriyan yên dadmendî, azadî û demokrasiyê tenê bi riya cîbicîkirina çareseriya siyasî pêk tên li gor biryara navdewletî ya 2254, bi rêya proseya siyasî ya ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve li Cinêvê tê piştgirîkirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji diyalog û bizavên danustandina armancdar û realîst re kir ku rê li ber çareseriyeke siyasî ya berfereh li Sûriyê li ser bingeha biryara jimar 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî veke.
Di civînê de beşdaran behsa mijarên têkildarî rewşa penaberên Sûriyê li Tirkiyê û welatên cîran û giringiya mukumkirina ewlehiyê û rûbirûbûna pirojeyên cudaxwazî û hemû hewlên têkbirina aramiyê yên ku rêxistinên terorîst li bakur û rojhilatê Sûriyê pê radibin kirin.
El-Behra tekezî li ser giringiya piştgirîkirina şiyanên Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan û peydakirina derfetên kar kir ku dibe alîkar ji bo kêmkirina êş û azarên Sûriyan û derfetê bide wan ku li welatê xwe bimînin û penaberan han bide li ser vegera bi dilxwazî û ewle û rûmetdar û desthilatên hikûmetê yên cîbicîkarî xurt bike ji bo pêşdebirina sîstema rêveberiyê li herêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî