Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra bi nûnera taybet a Brîtanî bo dosya Sûriyê Anne Snow re civînek di riya toreke telefîzonî ya girtî re pêk anî, û pê re pêşhatên siyasî yên derbarê Sûriyê û bûyerên vê dawiyê yên girêdayî penaberên sûrî li Tirkiyê û pêşhatên dawî li Libnanê gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiyê tekezî li ser rola hikûmeta Tirkiyê di kontrolkirina ewlehîyê û parastina penaberên Sûriyê de kir, û behsa tedbîrên ku desthilata Tirkiyê pê rabûye ji bo girtina kesên gumanbar bi beşdarbûna di kiryarên xerab de û dadpirsîna wan û şandina kesên ku beşdarî di kiryarên xerab de kirine bo dadgehê kir, her wiha li ser tiştên ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye di warê pêkanîna civîn û hevdîtinan li gel rêxistin û çalakvanên ku nûneratiya navçeyên ku bandora wan kiryaran li wan bûye û li gel Sûriyan bi giştî kir, bi mebesta agahdarkirina wan bi helwestên Hevbendiyê derbarê tiştên ku rûdidin û encamên peywendiyên bi rayedarên Tirkiyê re, her weha peydakirina rêyên peywediyên bilez ji bo bersivdana hewcedariyên wan û dilniyakirina penaberan, û tekezî li ser girîngiya mana li ser helwesta xwe kir û nedin pey gotara sorkirin û nefretê ya li dijî wan bikar tê.
El-Behra tekez kir ku yek ji mercên herî girîng ji bo vegera penaberan, peydakirina jîngeheke ewle û aram e bi rêya dîtina çareseriyeke siyasî ku daxwazên gelê Sûriyê li gorî biryara 2254 pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê Brîtanya tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi helwesta xwe li hember penaberên Sûriyê kir, ji ber ku heta niha Sûriye ji bo vegera wan ne ewle ye û tekezî li ser pêwîstiya aktîvkirina proseya siyasî û gihiştina çareseriyeke siyasî li gor biryara jimare 2254 ya Encûmena Ewlekariyê kir, ji ber ku ew jîngeha pêwîst peyda dike ku bihêle penaber bi dilxwazî û awayekî ewle vegerin cih û warên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî