Piraniya cotkarên xwediyên erdên avî li bajarê Kobanê di demsala nû de çandiniya xwe nekirin ji ber bihabûna nirxê mazotê û tunebûna semadê.
Mihemed Seydî ji xelkên Kobanê ye ji me re diyar kir ku piranya xwediyên erdên avî çandiniya xwe nekirin ji ber tunebûn û bihabûna mazot û semadê û got ” Rêveberiya PYDê carekê tenê mazot li cotkaran belav kir, û sozên xwe yên dabînkirina semadê cîbecî nekirin.
Seydî tekez kir ku rêveberya PYDê mazotê li bazara reş difroşe û hin cotkar bermîla mazotê ji bo avadana erdên xwe bi 35000 L.S dikirin lewma piraniya cotkaran erdên xwe beyar hiştine“.
Ji aliyê xwe ve, çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku rêveberiya PYDê guh nade daxwezên welatiyan, û di encamê de piraniya xelkê dest ji mal û milkên xwe berdan.
Mihemed di dawiya axftina xwe de got ku PYDê pêdiviyên çandiniyê peyda neke wê cotkarên Kobanê dest ji xaka xwe berdin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê