Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêzên Rijêmê bi piştvaniya firokên Rûsiya êrîşan dikin bi hewla kontrolkirina navçeya Elhimad li başûrê Sûriyê bi behaneya ku agirbesta vê dawiyê ya li roja (9’ê tîrmehê) ya di navbera Amerîka û Rûsiya de vê navçeyê bi xwe ve nagire.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku ev navçeya tê armanckirin bi tevahî di destê artêşa azad de ye, ku li destpêka îsal û piştî şerên dijwar li navçeyên gundewarê rojhilat yên Siwêda û biyabana Sûriyê û tevî Til Mekhol û serbazgeha lêkolînên zanistî ji destê DAIŞ hatibû rizgarkirin.
Hevbendiya Niştimanî hemî êrîş û hewlên ji bo kontrolkirina van navçeyan bi behaneya dijberiya DAIŞê şermezar dike, û hevdem hişyariyê dide aliyên agirbesta navborî emze kirine, derbarê bikaranîna van êrîşan li dijî hêzên artêşa azad, û cextê li ser giringiya rawestandina oparesyonan û vekêşana hêzên leşkerî bo navçeyên xwe yên berê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
10 tîrmeh 2017