Hin çalakvanên li Holenda û Firensa, duh yekşembê Di giraveke birçîbûnê de ko ev roja wê ya sêyemîn e li meydana “Wîst Markt” li Emistirdama paytext, daxwaza vekolîneke navdewletî û dadgehkirina tewankaran û sizakirina wan kirin, piştî kuştina penaberin Sûrî di bin êşkenceyê de li Libnanê.
Nivîskar û çalakvana Holendî û endama komîta piştgiriya şoreşa Sûrî Dîsana Van Birîdîroda, piştgioriya xwe ji miletê Sûrî û daxwazên kesên ko ketine giravê de re diyar kir.
Van Birîdîroda daxwaz ji rêkxistinên navdewletî û ji wan jî Rêkxistina Lêborîna Navdewletî kir ko rê li ber tundûtûjiya dijî Sûriyan ko ne tenê li hindir lê belê li kampên penaberiyê jî dibînin bigire.
Toreya Sûriyê Ya Yasayî li Holenda, girtin û êşkencekirina ko artêşa Libnanî derheqê penaberên Sûrî li Ersal bikar tîne red kir, û daxwaz kir ko rê li ber kiryarên hizbula tirorist bête girtin û bandora wê li ser dezgehên dewleta Libanî rawestînin, û peyketin û sizakirina çi kesên destê wan di vê tawankariyê de heye bikin.
Birêveberê rêkxistina “Life” ya mafê mirovan li Libnanê roja çarşembê got ku deh kes ji wan girtiyên ko artêşa Libnanî ew girtibûn hatine kuştin û kelaxên heftan ji wan bo mirovên wan hatine spartin, û nişanên eşkenceyê li ser laşê wan hebûn.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî berpirsiyariya tiştê li Ersal çêbûye da ser milê desthilata Libnanî û daxwaz kir ku kesên ev tawan kirine siza bibin, û vekolîneke bilez derbarê tawankariya derheqê penaberên Sûrî çêbibe, û ew kesên tawankarî kirine bêne sizakirin, û daxwaz kir ko rê li ber parêzeran vekin tako karê xwe berdewam bikin, û ligel hemû girtiyan bicivin û lêpirsînê li sedemên girtinan bikin.
Her weha Hevbendiya Niştimanî ji Netewên Yekbûyî û komîta navdewletî ya mafên mirovan û hemû rêkxistinên navdewletî yên têkildarî vê mijarê daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabin, ji bo binpêkirin û tawankariyan rawestînin û berpirsiyarên tawankariyan siza bikin dako careke din dubare nebe.
Sûriyên li Libnanê di rewşeke dijwar û di bin fişarên hêzên ewlekariyê de dijîn, û bûyerên zordarî gelek caran dibin, bi behaneya nûnekirina formên niştecîbûna wan, mijara ko pir lê hate pirsîn piştî teqînên bajarokê Elqa’, tev ko niştecihên kampan pêdiviyên xwe yên rojane yên giring di vê rewşa jiyandinê ya aloz de li wir nabînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans