Hêzên Esed carek din agirbest li başûrê Sûriyê binpê kir, û li şeveqa îro bi top û hawinan dorubera taxa Elmenişiyêli bajarê Der’a bombebaran kir, û gelek ziyanên madî çêbûn, ku ev duwem binpêkirin e li taxa Elmenişiyê di kêmtir ji 24 demjimêran de.
Çalakvanan gotin ku “taxên Der’a Elbeled yên ne di bin destê Rijêmê de, ji aliyê rêbendên hêzên Esed bi topxaneya giran hatin bombebaran kirin, bê ku ziyan çêbibin, û balkişandin ku ” bajarokên Elhimêdiyê û Meshera û Tilet Elhemriyê li gundewarê Qonêtira rastî êrîşekê bi heman awayî hatin“.
Rojnamevan Yasir Elxetîb got ku “bajarokê Elinê’imê li rojhilat bi çend narincokên topxaneyan ji aliyê hêzên Rijêmê yên li tabûreka çolkirî li bajarê Der’a hat topbarankirin”, ku bitenê ziyan madî bûn, û got ku ” taxên Der’a Elbeled bi topxaneya giran hat bombebarankirin“.
Di heman çarçovê de, îro hêzên Esed bi palpiştiya milîsên Îranê yên terrorist, êrîşek birin ser çeparên artêşa azad li gundewarê bakurê rojhilatê Elsiwêda yê li başûrê rojhilatê Sûriyê, ku artêşa azad ew çeper ji bin destê rêxistina DAIŞ rizgar kiribûn.
Û “Se’id Elhac” berdevkê hêza “Cêş Isûd Elşerqiyê” got ku şerekî dijwar peyda bû ji encama êrîşa ji nişekekî ve ya hêzên Esed li ser çeperên artêşa Azad li ser hêlên Til Esfer û Tilal Silman li gundewarê Elsiwêda bê ku hîç serkeftinekê bidest bînin, û Elhac gotinên rijêma Esed bi hebûna çeteyên rêxistina DAIŞ li navçeyê red kir.
Ji aliyekî din, duh di çavpêketinekê de ligel êzgeha “NBC” di hindur bernameyê “Ligel Rojnamevaniyê” de, sînatorê komarîxwaz yê navdar li encûmena pîran Lîndsî Giraham got ku şer li Sûriyê bidawî nabe eger Esed li ser desthilat be, û rexne girtin li rêkeftina agirbestê ya li başûrê Sûriyê hatî emzekirin“.
Sînatorê komarîxwaz got ku “ew agirbest dikeve berjewendiya Rijêmê de û got ku ” em Rûsiya di Sûriyê de bihêz dikin“.
Li aliyek din, ji aliyê çavdêran hat tekezkirin ku agirbesta hatî emzekirin hîç nexşeyekê wird bo cihên agirbestê diyar nekirine, ku ev yek behaneyan berdewam didin hêzên Rijêmê ku li ser çend aliyan tevbigerin ji bo kontrolkirina qadê ji aliyê Rijêmê û hevalbendên wê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Elerebî Elcedîd