Tora Sûrî Ya Mafên Mirov, girtina nêzîkî 517 kesan bi bêheqî di heyva adarê de dîkoment kiriye, ku bi rêjeya 99% ji girtiyan ji aliyê hêzên Esed û yên din ji aliyê çeteyên DAÎŞ û PYD’ê ve hatine girtin.
Di dema dihat çaverêkirin ku girtî bêne serbestkirin, û herwisa kiryarên girtina bêsûc yên li Sûriyê dibin jî bêne rawestandin, lê di heman demê de hejmara girtiyan zêdetir dibe, ku ev yek dibe binpêkirin ji aliyê hêzên Esed li ser agirbest û rêkeftina “rawestana karên dijminkariyê”.
Û ligor amarên Tora navhatî, hejmara girtiyan gihişt zêdetir ji 215 hezar kesî, hevdem ku di dest Tora navhatî de, lîsteyeke belgekirî bi navê 117 hezar kesî di girtîgehên rêjîmê de û di nav wan de jin û zarok jî hene.
Herwiha heman torê kiryarên girtina bêsûc yên berfereh li Taxa Berzê li Şamê tomar kirine, ku hêzên Esed bidehên hemwelatiyan dema vedigeriyan malên xwe girtin, herwiha hêzên Esed bi berdewamî dirabin bi girtin û desteserkirina çalakvanên şoreşê û kesukarên wan li bajar û bajarokên di dest rêjîmê de.
Ku ev girtin bêhtir di derheqê xwendkarên zanko û karmendên hikûmetê de dibin,her weha di derheqê çalakvanên xizmetgozariyên mirovî de, tevlî hindek bazirgan û xudanên cihên pere-guhertinê û veguhestina diravan, li Şam û Hema û Helebê .
Jêder: Hevbendî