Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kir ku hêjî hêzên Esed bi astengkirina gihandina alîkariyên mirovî ji navçeyên dorpêçkirî re radibin, ku ev yek wê karvedanek nerênî têxe li ser pirosêsa siyasî û rojeva gerên bên yên gotubêjên Jinêvê.
Di dîdarekeke Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Ek’ebide û heryek ji cîgirê wî Miwefeq Nêrebiyê û sikirtêrê giştî Ebdulîlah Fehid û hin endamên desteya siyasî digel endamên encûmena xwecihî ya parêzgeha gundewarê Şamê de, îro roja çarşemê bi rêka heyvên destkarî, Ele’bide pilana xwe ya serokatiyê bo qonaxa bê pêşkêş kir, û tekez kir ku pilana wî giringiyê dide li ser binyatê pêwendiyê Sûrî-Sûrî û bihêzkirina pêwendiyan digel encûmenên xwecihî û bidestdana rolekê mezin bo wan di rêvebirina navçeyên rizgarkirî de.
Herwiha di hevdîtinê mîkanîzmên bihêzkirina pêwendiyan di navbera encûmenên xwecihî û Hevbendiyê de û rêkarên aktîvkirin û dîtina mêkanizmên gihandin û hevkariyê ji bona bigehêjin encamên baştir hatin gengeşekirin, tevî gengeşekirina rewşa meydanî û agirbesê û binpêkirinên dibin û kuştara rêjîma Esed di “Dêr El’esafîr” de, ku berî çend rojan bidehan kes bûne qurbanî, û herwiha ketwarê rewşa mirovî û ya hawarhatinê jî hat behskirin.
Ku endamên Hevbendî bi tundî kuştara bajarokê Dêr Ele’safîr yê bidest hêzên Esed yê bi sedema bombebarankirina heryek ji nexweşxane û xwendingeha wê şermezar kirin, û amaje kirin ku Hevbendî wê doseya rakirina dorpêçkirinê li ser hemû navçeyên dorpêçkirî û pirsa gihandina alîkariyên mirovî bo hemû navçeyên dorpêçkirî bi rêka danustandinan wê bişopîne digel dostên gelê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve endamên encûmena xwecihî diyar kirin ku encûmena parêzgeha gundewarê Şamê rabûye bi serpiştîkirina hindek pirojeyên çandinêyê û yên geşepêdanê û hin pirojeyên saxlemiyê, û niha li berdest pirojeyek nû heye bo serjimêrîkirina şiyanên karkirin û şiyanên mirovî di Xûta rojava de.
Jêder: Hevbendî