ENKSê îro 6/4/2016an di daxuyaniyekê de, tawankariyên li dijî sivîlan yên li Taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Eniya Elnûsra û hevalbendên wê ve dibin şermezar kir, û ew wek tawanên rêjîmê dîtin, dema bombebarana taxên din li Helebê bi bermîlên teqîner dike, bi behaneya hebûna artêşa azad di wan taxan de.
ENKSe di daxuyaniya xwe de, daxwaz ji şanderê navdewletî li Sûriyê Dîmistora kir, ku kirêtiya van tawanên li dijî sivîlan , ji kîjan alî be, diyar bike, û herwiha daxwaza rawestandina van kiryaran jê kir, û ENKSe daxwaza şermezarkirina van karên terorîstî ji hemû hêzên opozisyonê kir, û got ku pêwîst e Civaka Navdewletî bi erkê xwe yê mirovî li hember van tawankariyan rabe.
Hêjayê gotinê ye ku Taxa Şêx Meqsûd carek din rastî bombebarankirineke bitewşî dibe ji aliyê eniya Elnûsra û hevalbendên wê, ku bidehan sivîl hatine şehîdkirin û birîndar bûne û piraniya wan xelkê sivîl in.
Jêder: Hevbendî