Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan, tekezî li ser pêwistiya dadgehkirina Beşar Esed li pêş dadgeha navdewletî li Lahay kir, ji bona bacê kiryarên xwe bide li ser tawanên wî yên bi dirêjahiya pênc salên bûrî der heqê xelkê Sûriyê .
Duhî, di miyanê pêşwazîkirina hejmarek ji berpirsên xwecihî yên hin wîlayetên Tirkiyê, li koçka Serokatiyê li Enqara paytex, Erdogan di gotinekê de got ku “hîç cudahiyek di navbera çekên kîmawî û yên normal de nine, herduyan yek encam heye, û pêwîst e ev stemkar li Lahay li pêş dadgeha tawanên navdewletî bê dadgehkirin ji bona baca kiryarên xwe bide”.
Erdogan amaje kir ku heta niha hejmara kuştiyên bi çekên normal li Sûriyê gehiştiye 500 hezar kesî, û dîsa got ku ” dewletek xudan dîrok û şaristanî mîna Sûriyê, bi carekê hat wêrankirin û bûye ax û xwelî,lê hêjî ew kesên ser bi rêjîmê ve, bi azadî li tevaya cîhanê digerin”. Erdogan rexne li wan kir “yên dîtin ku çekên kîmawî sedemek serekî bû bo wêrankirin û kavilkirina Îraqê, lê hevdem bêdeng in li hember bikaranîna wan çekan li Sûriyê “.
Jêder: Anadol