Duhî roja sêşemê zêdetir ji 140 sivîlan şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn, nîvê wan ji koçberan bûn, bi sedema berdewamiya bombebarankirina bajar û bajarokên rizgarkirî ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya.
Û çalakvanên gundewarê Hema gotin ku duhî roja sêşemê karwanekî koçberan li navçeya “wadî Ele’zîb” ji aliyê hêzên Rijêmê hatin armanckirin , dema ku hewl didan bi aliyê Idlibê ve bên li ser riya “Asriya” ku zêdetir ji 80 kesî têde hatin kuştin, zarok û jin jî di nav wan de hebûn, û bi dehan ji wan birîndar bûne û rewşa hinan ji wan metirsîdar e.
Herwiha çalakvanên gundewarê Idlibê tekez kirin ku hêjî êrîşên firokên Rûsiya û rijêma Esed li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê bi dijwarî bo roja 8 an li ser hev berdewam in, û diyar kirin ku hin bajarên din hatin bombebarankirin û têde bi dehan sivîl şehîd ketine û birîndar bûne.
Rêveberê nivîsîngeha ragihandina bergiriya sivîl li parêzgeha Helebê, Ibrahîm Ebû Leys di daxuyaniyekê de ji ajansên ragihandinê re got ku bi sedema êrîşeke firokên şer yên hêzên Rijêmê li ser taxên bajarokê Hiwêr Elî’s li gundewarê başûrê Helebê, şeş sivîl tevlî jin û zarok şehîd ketine û 11 birîndar bûne, herwiha duhî li aliyek din bajarokê”kefir Kirmîn” û navçeya gundê endazyaran û bajar û bajarokên Etarib û Orom Elkubra û Kefirnaha û Elqasmiyê û Xan Ele’sel û Elqenatir û Elhacib û Til eldeman û Elzeribê li gundewarê Helebê ji aliyê firokên Rûsiya û Rijêmê hatin bombebarankirin, û têde hin şehîd û birîndar ketin û ziyanên mezin li avahiyên xelkê bûn.
Û ligor çalakvanan û bergiriya sivîl li gundewarê Şamê ku navendeke xudankirina kêmendaman li bajarê Dûma ji aliyê firokên şer yên Rijêmê bi awayekî bimebest bi mûşekan hat bombebarankirin û têde navend bi carekî hat wêrankirin û 6 sivîlên kêmendam ku zarok jî di nav wan de hebûn hatin kuştin, û zêdetir ji 40 sivîlên din û 3 karmendên bergiriya sivîl bi sedema êrîşên dijwar li ser taxên bajêr hatin birîndarkirin, û herwiha bajar û bajarokên Kefirbetina û E’rbîn û Heresta û Seqba û Midîra li Xûta rojhilat bi heman şêweyî bi topxane û mûşekên “fîl” hatin bombebarankirin, hevdem ligel hewlên pêşketina hêzên Esed û milîsên palpiştê wê ber bi çeperên taxa Cober û bajarokê E’întirma li rojhilatê Şamê û çeperên bajarokên Hoş Eldewahira û Elrîhan li Xûta rojhilat ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî