Dîsa Rêjîma Esed û Rûsya piraniya herêmên rizgarkirî bombebaran kirin û herêmên niştecihan û navendên bijîşkî û xizmetgizarî amanc kirin, wek pêngaveke metirsîdar, û Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev di berjewendî û xizmeta rêkxistinên tiroristî de ye.
Li gora serjimarên Fermanberiya ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, firokên rêjîma Esed û Rûsya bêtir ji 47 bajar û bajarok û gundan li Sûriyê tevî bombebaran kirin, û hejmara êrîşên asmanî giha 500 êrîşî ji 20 eylûla nuha û heta sêşemê 26 eylûlê, di encamê de bêtir ji 280 sivîlî, jin û zarok j’ di nav wan de hene, şehîd ketin.
Serjimaran diyar kirin ko bombebarana Rûsî bi mebest 9 nexweşxane û navendên bijîşkî amanc kirine, di encamê de hinek ji wan bi tekûzî wêran bûne û hin din ziyan li wan bûne. Her weha firokên Rûsî û rêjîma Esed sê navendên berevaniya sivîl û 10 navend û herêmên zindîdar û yên xizmetgozariyê li deverên corbocor amanc kirine.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan berpirsiyariya tawankariyên ko li Sûriyê çêdibin xist hustê Rûsya de, û dibîne ko ew “xizmeta pirojeyê Îranî yên destdanîna ser xakê bo armancên mezhebî dike, û tiroristî li herêmê çêdibe û belav dibe.” Û daxwaz kir ko hemû kirdeyên tundûtûjî û dijatiya sivîlan rawestînin, û dibîne ku ev sûrbûn e ji van aliyan bi heman awayê rêbazkirî û ji bo tawankariyên cengê û cînosayid û tawankariyên li dijî mirovantiyê pêk bînin.
Elferhan di daxuyaniyeke taybet de îro Masko ligel rêjîma Esed tawanbar kir ko ew kar dike ji bo çi çareseriya siyasî têk bibe, ji bo nehêlana çi peymanê ji yên rawestandina amanckirina sivîlan, û daxwaz ji civaka navdewletî kir da bi erkên xwe rabe û bilez tevbigere ji bo miletê Sûrî rizgar bike û nehêle piransîbên dadmendiya navdewletî û pirinsîbên mirovî yên ko rojane ji hêla Rûsya û rêjîma Esed ve binpê dibin têk biçin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî