Rojnameya “Tagis intsagir” ya Siwêsrî eşkera kir ku ji aliyê dadweriya Siwêsra ve doseyeke dadpirsînê li dijî Rif’et Esed mamê Bişar Esed bi tometa pêkanîna tawanên şer hatiye tomarkirin. ligor rojnameyê, ev dose her ji sala 2013 an ve hatiye bilindkirin û ew li ser komkujiya Hemayê ya sala 1982 an e.
Rojnameyê gotiye ku ev dozgeriya li dijî Esed ji aliyê rêxistina “Trial” ya Siwêsirî ya mafnas ya nemîrî ya tabetmend bi “nehêlana rizgariya ji sizayan” hatiye bilindkirin, li ser doseyên girêdayî salên heştiyan ji sedsaliya borî, li dema ku navhatî serkêşiya yekîniyên leşkerî ya taybet bi navê “Seryaya Eldifa’h” dikir, li serdema fermanraniya birayê xwe Hafiz Esed.
Parêzerê Siwêsrî Damiyan Şîrfaz parêzerê qurbaniyan ji rojnameyê re got ku “baweriyek li rex polîsên federal peyda bûye ku serbazên ” Seryaya Eldifa’h” wê rojê li cihê bûyerê bûn û rola wan sereke bû di komkujiyê de“.
Rojnameyê balkişand ku ji aliyê dozgeriya giştî ya federal ya Siwêsra belgeyên tekûz li berdest peyda bûne ji bo vekirina doseyeke lêpirsînê li dijî Rife’t Esed, lê arîşe di wê yekê de ye ku wî her ji sala 1984 ji Sûriyê bar kiriye û ew di navbera Firinsa û Espaniya de dijî û gelekî kêm tê Siwêsra ji ber tirsa girtinê.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê parêzerên rêxistina nemîrî dozgeriyek li dijî Rife’t Esed ji bo dadweriya federal ya Siwêsra hatibû pêşkêşkirin, û hebûna doseyekê li dijî Esed her ji heyva 12 an li sala 2013 hatibû tekezkirin.
Wek tê zanîn komkujiya Hema li serdema Hafiz Esed di 2’ê reşmeha 1982 an de hatibû encamdan û bo heyamê 27 rojan dirêj kiribû, û têde bi dehhezaran ji xelkê bajêr hatin kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Kulna Şuraka